Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker li gorî saeta herêmî saet 20:00’an û şûne artêşa Tirk xwestiye leşkeran danin deverên Derarê, Koordîne û Stûna yên Zendûra yên Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji bejahiyê ve dest bi operasyonê kirine.
Piştî êrîşa esmanî ya balafirên şer a li ser deverên Derarê, Koordîne û Stûna yên Zendûra ya Metînayê û şûnde helîkopterên Skorsky û Kobra bi dijwarî qad bombe kirin.
Qereqolên li ser sînor û herêmê jî bi obûs û hewanan piştgirî dan operasyonê, di van saetan de artêşa Tirk ji bejahiyê ve leşker danî û dest bi operasyonê kirin.
Çavkaniyên xwecihî ragihand ku tevgereke zêde ya balafirên şer heye.