Artêşa Tirk gule berda: Kolberek birîndar bû

Di encama gulereşandina leşkerên Tirk a li navçeya Çaldêran a dikeve sînorê Bakurê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê de, kolberke bi giranî birîndar bû.

Li herêma sînor a Çaldêranê leşkerên Tirk êrîşî komek kolberên Kurd kirin. Di êrîşê de kolberek giran birîndar bû.

Li gorî nûçeya Kolbernews’ê di 12’yê Gulanê de li ser sînorê di navbera Rojhilatê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de, li herêma Çaldêranê leşkerên dewleta Tirk a dagirker gule li komek kolber reşandin. Di gulebaranê de kolbek giranî birîndar bû.

Li gorî heman çavkaniyê navê kolberê giran birîndarbûyî Hesen Elem Hulî ye.

Piştî birîndarbûnê rakirin nexweşxaneya bajarê Makoyê yê Rojhilatê Kurdistanê.