Artêşa Tirk êrîş bire ser gundê Qumriyê ya Amêdiyê

Artêşa Tirk a dagiker êrîş bire ser gundê Qumriyê ya Amêdiya ya Başûrê Kurdistanê.

Êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagiker a li ser Başûrê Kurdistanê didome.

Artêşa Tirk a mêtinger hem ji esmanan ve hem jî ji bejahî ve jîngehê sivîlan dike hedef.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Qumriyê ya ser bi bajaroka Amêdiyê topbaran kir. Ji ber topbaranê ziyanek mezin bi xanî û baxên welatiyan ket. Ji beriya saetên nîvro artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Qumriyê da ber topan, hinek top li nava gund ketin, ziyanek mezin bi xanî û rezên welatiyan giha.

Hate ragihandin ku ji ber bomberdûmanê ziyanên canî pêk nehatine.