Artêşa Tirk a dagirker gundî bomberdûman kir, 5 kes birîndar bûn
Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê gundiyên li Çiyayê Şekîfê ya Başûrê Kurdistanê bomberdûman kir. Jina bi navê Zozan Qadir bi giranî û 4 kes birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê gundiyên li Çiyayê Şekîfê ya Başûrê Kurdistanê bomberdûman kir. Jina bi navê Zozan Qadir bi giranî û 4 kes birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker bi hawan û obusan li gundiyên Deşta Hertê dan ên ku ji bo çîna gihayê diçûn Çiyayê Şekîfê. Jina bi navê Zozan Qadir bi giranî û 4 kes birîndar bûn.
Gelê li Deşta Hertê ji bo çinîna gihayê diçûn Çiyayê Şekîfê. Îro sibehê saet di 07.30’an de artêşa Tirk a dagirker bi topan li gundiyên Pîrekanê da.
Gel nerazîbûn nîşanî artêşa Tirk a dagirker û PDK’ê da ya ku piştgiriyê dide êrîşan. Gelê herêmê diyar kir ku wê dev ji axa xwe bernedin.