Artêşa Netewî ya Lîbya: Me keştiyeke ya dewleta Tirk rûxand

Artêşa Netewî ya Lîbyayê ragihand ku li peravên Trablûsê li keştiyeke Tirk a tije çek û cebilxane dane.

Artêşa Netewî ya Lîbya ku di bin fermandariya General Xelîfe Hefter a li Lîbyayê de ye, ragihand ku li peravên Trablûsê li keştiyeke tije çek û cebilxane ya Tirkiyeyê xistine.

Artêşa Netewî ya Lîbya ku li ser hesabê tevna civak Facebookê daxuyaniyek da, ragihand ku li peravên Trablûs li keştiyeke Tirk a tije çek û cebilxane ku rawestiyabû xistine.

Têkildarî vê mijarê, rayedarên Tirk hê daxuyaniyeke fermî nedane, qewimîna vê bûyerê ya piştî daxuyaniyê Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çawîşoglû ya ‘Artêşa Netewî ya Lîbya agirbestê binpê kir, divê Hefter bê rawestandin’ bal kişand.