Artêşa Iraqê li nêzî Wargeha Mexmûrê gelek kuleyên leşkerî kom kiriye

Piştî ku hewildana artêşa Iraqê ya têlkirina dora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî, rastî nerazîbûna gel hat û bi serneket, vê carê artêşa Iraqê di navbera wargehê û navçeya Mexmûrê de hejmarek zêde ya kuleyên leşkerî amade kiriye.

Di 27’ê kanûna 2021’an de hêzên leşkerî yên Iraqê hewl da ku derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têl bikin. Li ser vê yekê gelê wargehê bi awayekê girseyî nerazîbûn nîşan da. Piştî helwesta gel hêzên arteşa Iraqê paşve gav avêtin.

Piştî vê hewildanê, şandeyek ji saziyên wargehê hat avakirin û li gel rayedarên leşkerî yên Iraqê hevdîtin pêk anîn. Heta niha rayedarên hikûmetê ti bersivek erênî nedane. Li dijî vê yekê li ber seytereya ketina wargehê konê çalakiyê hatiye vedan û ev çalakî didome.

Di van rojên dawî de jî artêşa Iraqê li baregeha xwe ya ku dikeve navbera wargehê û navçeya Mexmûrê de hejmarek zêde kuleyên leşkerî amade kiriye.

Lê heta niha nayê zanîn ev kule ji bo dorpêçkirina wargehê anîne vê derê, yan jî ji bo karek cûda anîne.

Gelê wargehê jî ji rewşa heyî bi guman nêz dibin û diyar dikin ku ew ê ti carê qebûl nekin dora wargehê bi têlan û kuleyan were dorpêçkirin.