Artêşa Iraqê li Şengalê 3 rojnamevan destgîr kirin

Li nahiya Sinûnê ya Şengalê 3 rojnamevanên ku aloziya heyî dişopandin ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin destgîrkirin. Her wiha kelûplên rojnamevanan hatin desteserkirin.

Li nehiya Sinûnê ya Şengalê aloziya ku artêşa Iraqê derxistiye her ku diçê kûrtir dibe. Piştî ku artêşa Iraqê bi fermana hikumeta Kazimî gef li Asayîşa Êzîdxanê xwar da ku ji dewra Sinûnê derkevin, alozî her ku diçe zedêtir dibe. 

3 rojnamevanên ku ji bo vê rewşê bişopînin li ser kar bûn, li dewra Sinûnê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin destgîrkirin. 

Rojnamevanên hatine destgîrkirin xebatkarên Radyo Çira Xelîl Şengalî, pêşkeşvan û peyamnêrên Çira TV’yê Emîra Simoqî û Hesûnî Xanesorî ne.

Hate zanîn ku artêşê dest daniye ser kelûpelên her 3 rojnamevanan û nayê zanîn ku ew birine ku derê.

Aloziya ku li Sinûnê bi fermana hikumeta Kazimî destpê kiriye berdewam dike û hate ragihandin ku artêşa Iraqê li komelgeha Xanesorê jî hêzeke mezin a bi çekên giran bicih kiriye.