'Artêşa Iraqê aramiya Şengalê xira dike'

Polîtîkayên zextê yên hikûmeta Iraqê yê li ser Şengalê didomin. Gelê li Şengalê dibêje hebûna artêşa Iraqê ya li bajêr aramiya Şengalê xira dike.

Tevgera zêde ya artêşa Iraqê ya li  Şengalê dibe sedema aciziyê. Bi hincetên cuda artêşa Iraqê hebûna xwe ya li Şengalê zêde dike, gelê Şengalê li dijî vê helwest nîşan da. Welatiyên Şengalê xwetin ku artêşa Iraqê demildest vekişe.

Şêx Celal ê ji Xanerasora Şengalê ye diyar kir artêşa Iraqê ketiye navenda bajêr, gundan, malên gel û dikanan û got, ''Artêş li Xanesor, Sinûn an jî li navenda Şengalê li jîgehan be aramiya kesî namîne. Li Iraqê cihê herî aram Şengal bû. Artêşa Iraqê van rojên dawî leşkerekî giran aniye. Dema ku em dipirsin dibêjin ji ber ewlehiyê ye. 

Şengal jixwe cihê herî aram bû, hêza parastainê, hêza leşkerî ya Şengalê jixwe heye û ew ewlehiya me bi cih tînin. Hemû kesên di nav hêza parastinê de zaroyên Şengalê ne. Gelê Şengalê wan nas dike, ew jî gelê Şengalê nas dikin. Artêş ji bo ku ciwanên Êzîdî destgîr bike hatiye vir.''

Şêx Celal ji bo destgîrkirina 3 ciwanên Şengalî helwest nîşan da û xwest ku ciwan demildest bêne berdan. Celal got, ''Çima ciwanên Êzîdî destgîr dikin? Ti sûcê wan nîne.'' Celal wiha domand: ''Li aliyekî ciwanên me digirin, li aliyekî wan qetil dikin, şehîd dixin. Ev êrîş têkilî hev in. Nehiştin malbatên şehîdan ên li kampa li Başûr konê sersaxiyê jî deynin. Mafê her kesî ye ku ji bo xizmê xwe konê sersaxiyê deyne.''

Bahoz Xaneorê Şengalî jî bal kiaşnde ser êrîş  û gefên li ser gelê Êzîdî, diyar kir armanca êrîşan ew e ku gelê Êzîdî tine bikin, got ji êrîşên li ser Şengalê hikûmeta Kazimî berpirs e. Xansor wiha domand: ''Ji ciwan û gelê Êzîdî daxwaza me ew e ku yekîtiya Şengalê biparêzin. Divê em bi hêza Asayîşê ya Êzîdxanê re bin. Artêşa Iraqê bi hinceta ewlehiyê tim zextê li hêzên parastinê yên Şengalê dike. Ji bo parastina herêmê dive em destekê bidin hev. Civaka Êzîdî divê li Şengalê xwedî derkeve.''