Artemêt bûye qada ranta AKP’yî û cerdevanan

Navçeya Artemêtê ya Wanê di demên dawîn de bûye cihê ranta AKP’yî, qeyyûm û cerdevanan.

Qeyyûmên ku di sala 2016’an de li ser şaredariya Artêmêtê hatin peywirdarkirin, hemû tiştan desteser dikin. Qeyyûmên ku qîma xwe bi şaredariyê neanîn niha jî di çarçoveya ‘plana revîzyona îmara nû’ erdên gel desteser dike.

HDP’ê di hilbijartina 2019’an de ji sedî 70 deng stendibû lê şaredarî teslîmî Îsmaîl Say ê AKP’yî hatibû kirin. Berê jî qeyyûmê bi navê Atif Çîçeklî ser şaredariyê hatibû peywirdarkirin.

MÎRATEYA WAN ZÊDE BÛ

Atif Çîçeklî yê ku sê salan şaredariya Artemêtê desteser kiribû, Artêmeta bedew di nav betonan de hişt. Li ser perava Gola Wanê dîwar û parkên ji beton hatin çêkirin. Îsmaîl Say ê AKP’yî di hilbijartina 2019’an de li hemberî HDP’ê têk çûbû û Hevşaredarê HDP’yî bi hinceta ku KHK’yî ye Say li ser şaredariyê hatibû peywirdarkirin. 3 sal in Îsmaîl Say ê AKP’yî şaredariya Artemêtê bi rê e dibe. Him qeyyûm Atif Çîçeklî him jî Îsmaîl Say mîrateya xwe dewlemend kirine.

DU WÎLLAYÊN QEYYÛM HENE

Atif Çîçeklî dema nû hate peywirdarkirin çav bera erdê xezîneyê ya 70 hezar donim da. Çîçeklî ev erd ji îmarê re vekir û li gorî biryareke meclîsa şaredariyê li ser vî erdî avahî lêkir. Vî erdê gel pêşkêşî fîrmayên AKP’ê hate kirin. Çîçeklî yê ku dema wekî qaymakam li Artêmêtê hatibû peywirdarkirin tu milkê wî tunebû niha li Artemêtê du wîllayên wî hene.

Îsmaîl Say ê AKP’yî jî li gorî rêjeya nifûsa Artemêtê divê alîkarên wî yên şaredariyê hebe,  a niha 7 alîkarên wî yên şaredariyê hene. Say bi saya rantê mal û milkên xwe zêde kir. Şaredariya Bajarê Mezin di 17’ê Hezîranê de plana îmarê pêşkêş kir ligel ku gel îtîraz kir jî li Taxa Abdurahman Gaziyê dest bi avahiyên 9 kat hate kirin. Fîrmayên nêzî wî dest avakirina van avahiyan kirine.

AKP’YÎ DU MEAŞAN DISTÎNIN

Serokê Daîreya Emlak Îstîmlakê yê Şaredariya Bajarê Mezin Sînan Ozdemîr jî xizmên xwe dixe şaredariyê. Wî birayê xwe Alî Ozdemîr ê ku midûrê mixazeyên Maviyê bû ligel ku tu eleqeya wî pê re tune wekî ‘endazyarê înşaatê’ xist kar. Hevjîna wî Esma Golgul Ozdemîr a li şaredariya Tûşpayê dixebitî jî xist Şaredariya Bajarê Mezin. Gelek AKP’yiyên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê du meaşan distînin.