'Armanca sîstema me azadî, biratî û edalet e'

Komîteya amadekar a peymana civakî ya Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê diyar kir, peyman pirsgirêkên li Rojava û Sûriyeyê tespît dike û bi xurtî çareser dike.

Komîteya amadekar a peymana civakî ya Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê diyar kir, peyman pirsgirêkên li Rojava û Sûriyeyê tespît dike û bi xurtî çareser dike.

Endamên komîteyê Lokman Ehmêd, Elîzabet Gewriye, Ahmed El Salman, Esat Beşîr El Yasîn, xebatên li ser peymana civakî ji ANF'ê re nirxandin.

PEYMANA CIVAKÎ XWE DISPÊRE AZADIYAN

Ji komîteya amadekar Lokman Ehmê da xuyakirin, ku yek ji xalên girîng ên peymana civakî parastina xweza û ekolojiyê ye û got, "Ji bo avakirian civakeke demokratîk û ekolojîk, ji bo parastina xwezayê me biryarên girîng standin."

Ehmê diyar kir, wan hemû gelên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî ziyaret kirine, nêrîn û pêşniyarên wan girtine û bi vî rengî hewl dane fêm bikin, ku di nava peymana civakî de çi tê xwestin hebin. Ehmê got, "Nîqaş û xebatên me yên li ser pêşnûmeya derketiye holê dewam dike. Ev pêşnûme biratiya gelan, wekheviya jin-mêr, azadiya jinê û parastina mafên hemû gelên di nava sîstema federal a demokratîk de cih digirin, esas digire."

JIN PÎVANA AZADIYAN E

Endama komîteyê Elîzabet Gewriye ya Suryanî da zanîn, ku ji bo avakirina civakeke nû wan biryarên girîng wergirtine û got, "Em xebatên xwe li ser bingeha azadiya jinê dimeşînin." Gewriye destnîşan kir, meşrûiyeta peymana civakî aliyê wê yê civakî ye û ragihand, sîstem ji hemû gelan pêk tê. Gewriye got, "Di nava sîstema federal a demokratîk de hemû gel, çand û ol cih digirin. Qada civakî û jiyana hevpar mijareke girîng e. Bi taybetî li ser vê disekine. Edaleta civakî ji xwe re esas digire."

Gewriye diyar kir, eger jin bi vîna xwe ya azad di nava sîstemekê de cih negire, mirov nikarin qala hebûna pîvanên demokratîk bikin û got, "Azadiya jinê çavkaniya hemû azadiyan e. Heta ku pirsgirêka jinê çareser nebe, pirsgirêkên civakî çareser nabin. Bi têkoşîna jin û ciwanan ve em gihaştin baweriya civakî. Jinê xwe li qadên şer, siyasî û civakî xwe îspat kir. Lewma jin bû dengê şoreşê."

Gewriye da zanîn, ku li herêmê komkujî herî zêde li gelên Kurd û Suryanî hat kirin, lewma weke gelê Suryanî wan cihê xwe di nava vê sîstema demokratîk de girtine. Elîzabet Gewriye diyar kir, hemû gelên din bi çand û zimanê xwe di nava sîstemê de tên temsîlkirin û got, "Ji ber ku sîstema demokratîk a federal sîstema tekparêziyê ya sîstema serdestan xwe dispêrê, red dike."

DI MIJARÊN BINGEHÎN DE ARMANCA GELAN YEK E

Endamê komîteyê Ahmed El Salman ê ji pêkhateya Ereb da xuyakirin, ku Kurd, Ereb, Suryan û gelên din ên li Kantona Cizîrê dijîn, zimanên wan cuda jî be, çandên wan nêzî hev in û got, "Di mijarên bingehîn de armanca me yek e." Salman diyar kir, ji bo azadiya hemû gelan wan rêbazên çareseriyê yên girîng destnîşan kirine û got, "Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî, Tirkmen, Çeçen û hemû gelên din ên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dijîn, hejmara wan çiqas dibe bila bibe, me mafên wan ên demokratîk esas girtin."

DI CIVAKA DEMOKRATÎK DE BIRATIYA GELAN ESAS E

Endamê komîteyê Esat Beşîr El Yasîn ê ji pêkhateya Tirkmen bal kişand ser rola gelên li Mezopotamyayê yên di afirandina şaristaniyê de û got, "Ev hemû gel niha bi rengekî azad û wekhev li hev dicivin û dikarin li dora nirxên hevpar jiyanekê bi rêxistin bikin." El Yasîn destnîşan kir, ku ji pratîka du salên dawî ya rêveberiya kantonan a demokratîk derketiye holê, ku gelên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê ancax di nava sîstemeke federal a demokratîk de dikarin di nava azadî û aştiyê de bijîn.

El Yasîn diyar kir, di nava sîstema wan de hemû gel cih digirin û anî ziman, wan beşeke girîng a peymana civakî qedandine û li ser jiyana hevpar û azad a gelan biryarên girîng standine. El Yasîn got, "Armanca sîstema federasyonê avakirina dewleteke nû nîne. Xwe bi rengê civakeke rêxistinbûyî û neteweya demokratîk bi rêxistin dike û dixwaze dewletê biçûk bike." El Yasîn destnîşan kir, ku federasyon dewletê esas nagire, civakê esas digire û got, "Xebatên me li ber qedandinê ne. Bi sîstema xwe ve em dixwazin ji jêrê ber bi jorê ve sîstemeke demokratîk ava bikin. Em sîstema demokratîk a komunal esas digirin. Armanca me avakirina sîstemeke demokratîk e ku ne navendî ye û hemû mafên gelan diparêze."

...