'Armanca me azadiya Rêbertî, azadiya Kurdistanê ye'

Gerîlayên HPG û YJA Starê anîn ziman ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîlgirtî be wê gel hemû tecrîdkirî bin û gotin, "Em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd misoger bikin."

Komploya navneteweyî ku 15'ê Sibata 1999'an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, kete sala 24'an. Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera komployê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kirin ku armanca wan azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

'EM Ê TEVÎ GELAN AZAD BIKIN'

Gerîlaya YJA Starê Arjîn Argeş diayr kir, ku divê armanca esasî ya komployê bê fêhmkirin û got, komplo di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî tevahiya gelê Kurd hatiye kirin. Arjîn Argeş anî ziman ku di serî de gelên Kurdistanê gelên cîhanê li dora Abdullah Ocalan bûn xelek.

Gerîla Arjîn Argeş ragihand ku Abdullah Ocalan bi sekna xwe ya li zindana Îmraliyê komplo pûç kiriye û nehiştiye ku hêzên navneteweyî bigihêjin armanca xwe û got, bi saya sekn û têkoşîna gelê Kurd û Rêbertî, bi taybetî jinên Kurd di asta herî bilind de li dijî faşîzmê dest bi têkoşîneke mezin kirin.

Arjîn Argeş diyar kir ku armanca wê ya herî mezin ew e ku di sala 2022'an de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan misoger bike û ji bo vê jî bang li alîgirên azadiyê û welatparêzan kir ku li dora fikrên Abdullah Ocalan bi gerîla re têbikoşin.

'JIN BI GELEK TIŞTAN DEYNDARÊ RÊBER APO NE'

Delîla Argeş jî ragihand ku gelê Kurd wê bi sedan salan hate eciqandin, bi rêya komploya navneteweyî hate xwestin ku careke din bê eciqandin û got, bi saya ku li dora Rêberê xwe û têkoşîna gelan bûn xeleka ji agir, komplo hate pûçkirin.

Delîla Argeş bi bîr xist ku Abdullah Ocalan ji bo azadiyê rê nîşanî jinan da, lewma nerazîbûna herî mezin a li dijî komployê ji jinan hat. Argeş anî ziman ku berpirsyariya jinan bi du qatî zêde ne û divê bi hesta welatparêziyê di her şert û mercî de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têbikoşin. Gerîlaya YJA Starê Argeş destnîşan kir ku armanca wan ew e ku sala 2022'an bikin saleke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan.

'EM Ê RÊBERÊ XWE AZAD BIKIN'

Gerîlayê HPG'ê Alî Xebat jî di şexsê şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' şehîdên şoreşê hemû bi bîr anî û destnîşan kir ku wê ji aliyê fîzîkî ve azadiya Rêberê xwe teqez misoger bikin. Alî Xebat diyar kir, het aku Rêberê wan li zindanê tecrîdkirî be, gelên Rojhilata Navîn hemû wê tecrîdkirî bin û soz da, ku wê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan misoger bikin û diyarî gelên cîhanê hemûyan bikin.

'BI DEM DEMA AZADIYÊ RE WÊ GEL HEMÛ AZAD BIBIN'

Gerîlayekî din ê HPG'ê Şahan Demsal jî bi bîr xist ku di dîrokê de timî li dijî rêberên Kurdan komplo hatine kirin û diyar kir, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin gelekî cuda ye, di şexsê wî de xwestin ku gelê Kurd bi rengekî topyekûn tune bikin.

Demsal destnîşan kir ku yê komplo têk bir Abdullah Ocalan e û got, di rewşa heyî de gel bi sekneke bi biryar li dora rêberê xwe civiya ye.

Gerîlayê HPG'ê Demsal bal kişand ser pêngava 'Dem dema azadiyê ye' ku ketiye sala duyemîn û destnîşan kir ku gerîla pêşengiyê ji pêngavê re dikin û wan bi dirûşma 'Azadiya Ocalan, azadiya Kurdistanê' dest bi sala 2022'an kirine.