‘Armanca bingehîn şikandina vîna Kurdan e’

‘’Em  girtiyên azadiyê ti carî van kincan li xwe nekin û em ê ala berxwedanê ya salên 80’yî bilind bikin. Kincên ji yek rengî dê tenê bibe kefenên me yên sipî.”

Parêzer, Parêzvanên Mafên Mirovan û malbatên girtiyan diyar kirin ku bi biryara kincên bi yek rengî dixwazin vîna Kurdan bişkînin û gotin, ev sûcê dijî mirovahiyê ye. Li ser navê girtiyê azadiyê jî Metîn Uyar got  bi vê biryarê dixwazin êrîşî Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd û Kurdan bikin û got: “Em  girtiyên azadiyê ti carî van kincan li xwe nekin û em ê ala berxwedanê ya salên 80’yî bilind bikin. Kincên ji yek rengî wê tenê bibe kefenên me yên sipî.”

Di 12’ê Îlona 1980’an de artêş Tirkiyeyê xwest ku kincên bi yek rengî li girtiyên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurdistanê bike û bi vî şiklî jî vîna azadiyê bişkîne. Li hemberî vê hewldana faşîst dengê berxwedanê mezin bû û ev pêkanîna faşîst hate redkirin. Pêşnûme qanûna li ser daxwaza Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ya li ser kincê ji yek reng, wateya daxwaza yek welat, yek al û yek ziman e û dixwazin bi vê yekê vîna têkoşeran bişkîne. Ev hewldan ne tenê mijareke kincan e, şikandina vînê, misogerkirina serdestiyê û nêzîkatiya biçûkxistinê ye. Parêzer, malbatên girtiyan û Serokê ÎHD’ê yê Şaxa Wanê bertek nîşanî pêşnûme qanûna kincê yek rengî dan û diyar kirin ku armanca bingehîn şikandina vîna Kurdan e.

‘MÎNAKÊN JI DÎROKÊ’

Parêzer Erhan Çîftçîler diyar kir ku bi pêşnûme qanûna kincê ji yek rengî dixwazin rûmeta girtiyan bişkênin û wiha axivî: “Ji dîrokê jî mînak hene ku li dijî biryarên kincên ji yek rengî berxwedan bi ser ketiye. Li Tirkiyê di 12’ê Îlona 1984’an de xwestin kincê ji yek rengî li girtiyan bikin û rastî berxwedana girtiyan hatin. 1984’an de nêzî 400 girtî li dijî pêkanîna kincên ji yek rengî ketin greva birçîbûnê û li dijî vê yekê li ber xwe dan.  Di îlona 2016’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve biryara ne qebûlkirina kincên ji yek rengê hate girtin. Di biryara Neteweyên Yekbûyî de ji paqijiya kincên girtiyan dewletê berpirsyar dibîne û destnîşan kirin divê bi ti awayî kincên ji yek rengî tinebin.”

‘CIHÊ VÊ DI QANÛNÊ DE NÎNÊ’

Çîftçîler da zanîn ku ti cihê kincên ji yek rengî di hiqûqê de nîne û wiha pê de çû: “Ev pêşnûme ne di aliyê hiqûqê de dixwazin bînin. Weke tê zanîn welatê me bi qerarnameya hikmê qanûnê tê bi rêvebirin. Îxtidar bi hinceta ku pêşîgirtina propaxandiyê dibêje em vê qanûnê tînin, lê belê ti eleqeya xwe bi vê yekê ve tineye. Heta roja me ya îro tiştek wiha jî çênebûye. Ji bo pûçkirina vê hincetê pêwîst nake ku kincên ji yek rengê li girtiyan bê kirin. Ji xwe dema girtî diçin dadgehê, gardiyan jî dikarin kincên wî kontrol bike yan jî rêveberiya girtîgehê serî li dadegehê bide û bêje, girtî bi van kincan e ti hewldana propaxandayê heye. Heger ev pêşnûme bikeve dewrê de jî ez bawer nakim ti girtî li xwe bikin, miwekîlên min bi xwe jî anîn ziman û dibêjin çi dibe bila bibe em ê wan kincan li xwe nekin. Ji beriya niha jî li dijî van polîtîkayan li ber xwe dan û dê dîsan jî li ber xwe bidin.Ev ne qanûniye û cihê vê hewldanê di qanûnê de tineye.”

‘ÊM VÊ BIRYARÊ QEBÛL NAKIN’

Hevsera girtiyê bi navê Metîn Sarkut, Turkan Sarkut bertek nîşanî pêşnûme qanûnê da û ev tişt got: “Em  malbatên girtiyan em bi ti awayî vê biryarê qebûl nakin û nas jî nakin.  Ti girtiyên azadiyê van kincan li xwe nakin û em ê li dijî vê sîstema faşîst li ber xwe bidin. Çawan ku dixwazin tevahiya gelan dibin alekê de kom bikin, bi vê biryarê jî dixwazin tevahiya mirovan bixin dibin kontirola xwe de.”

‘ENCAX YEK RENG BIBE KEFENÊ ME’

Birayê girtiyê bi navê Îlyaş Başak, Kinyas Başak jî bertek nîşan dan û wiha axivî: “Em malbat bi ti awayî vê biryara kincên ji yek rengî qebûl nakin. Ez duh çûm serdana birayê xwe û wî ji got, em ê bi ti awayî van kincan li xwe nekin. Encax kincê ji yek rengê bibe kefenê me. Armanca bingehîn şikandina rûmeta gelane. AKP bi yek al, yek dewlet, yek ziman û yek çandê dixwaze ez û eziya xwe bidomîne. Lê em ê li dijî vê hişmendiyê li ber xwe bidin.” Bavê girtiyê bi navê Metîn Uyar, Çetîn Uyar jî got: “Hikûmeta AKP’ê bi hişmendiya xwe ya yek kesî dixwaze li girtîgehan jî bidomîne û bi vê rêbaza kincên ji yek rengî bixe dewrê. Di 12’ê Îlonê de jî Kenan Evren jî pêk anîn û negiha armanca xwe.  Wê ev hewldan jî bi sernekeve, li cihê têkoşîn hebe zilm bi sernakeve. Kurê min ji doza PKK’ê di girtîgehê de ye, min bi kurê xwe re hevdîtin kir. Kurê min dibêje çi dibe bila bibe em ê kincên wan li xwe nekin û heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Kurê min got, encax ji vir em bi kincên yek rengî yê ji sipî ji vir derkevin. Em ê vê biryarê nas nekin, got.”

‘BERXWEDANEK NÛ DÊ DEST PÊ BIKE’

Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Şaxê Wanê Murat Melet jî diyar kir ku ev pêkanînek sûcê mirovahiyê ye û wiha got: “Dewlet dixwaze li her cihê hişmendiya xwe ya yek tiştî têxe dewrê. Ev hişemendî dixwaze civak, hiqûq , demokrasî û hemû qadên jiyanê têxe yek kesî ye.  Dixwazin li her aliyê civakê de vê yek kesiyê bidin qebûlkirin. Kincên ji yek rengî tê wateya girtî, li dadgehê sûcê xwe qebûlkiriye. Bi kincên ji yek rengî derketina dadgahê di çavên dadger û dozger de sûcdar tên nêrîn. Li girtîgehên Tirkiyeyê ji ber ramanê zêdetirî 10 hezaran kes li girtîgehan de ne. Ez bawer dikim ku ji van ti kes vê biryarê qebûl nake û van kincan li xwe nakin. Ji xwe ev kes ji ber bê demokrasî û hiqûqê niha di girtîgehan de ne. Em dizanin kincên ji yek rengî dê ti demokarasiyê, li ti girtîgehê Tirkiyeyê hiqûn û edaletê neyne.  Ev biryara kincên ji yek rengî wê rê li ber têkoşîn û berxwedanek nû veke. Dê ev biryar Tirkiyeyê ber bi koasê ve bibe.”

‘ALA BERXWEDANÊ EM Ê BILIND BIKIN’

Dîlê Azadiyê yê bi navê Metîn Uyar li ser biryara kincên ji yek rengî, nameyek ji ÎHD’ê re şan û wiha got: “Pêkanîna kincên ji yek rengê di şert û mercên zehmet ên salî 80'yî de nehate qebûlkirin û niha jî ne ya qebûlkirinê ye. Faşîzma AKP'ê pêkanîna kincê bi yek tîpî careke din ferz dike û bi hinceta endamên Cemaeta Gulen ji vê re nîşan didin. Tişta rast ev faşîzma Erdogan e  û hincet nîşan dide û êrîşî Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd û Kurdan dike. Bi vî rengî dixwaze têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd biperciqînin. Em  girtiyên azadiyê ti carî van kincan li xwe nekin û em ê ala berxwedanê ya salên 80’yî bilind bikin. Kincên ji yek rengî dê tenê bibe kefenên me yên sipî.”