Aqûbeta ciwanên ku Asayîşa Silêmanî ew destgîrkiribûn nayê zanîn

Asayîşa Silêmanî du roj beriya niha 3 endamên Ciwanên Welatparêz destgîr kir û heya niha çarenûsa wan ciwanan ne diyar e.

2 rojj beriya niha li kolana Seholeke ya Silêmanî ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwepêşandanek aram bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ve hat lidarxistin. Di dema çalakiyê de Asayîşa Silêmanî 3 endamên Ciwanên Welatparêz destgîr kir û heya niha çarenûsa wan ne diyar e.

Endama Jinên Ciwan ên Têkoşer Şatû Mihemed têkildarê bûyerê axivî û ragihand, “Me xwest li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û salvegera komploya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekî aram lidar bixin.

Di vê çalakiyê de hêzên Asayîşê bi rengekî kirêt 3 ciwanên me destgîr kirin. Em vê destgîrkirinê şermezar dikin.”

Şatû Mihemed her wiha destnîşan kir ku heya niha çarenûsa her 3 endamên wan ne diyare û ev daxwaz kir, “Daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de asayîş endamên me serbest berde, ji ber ku ti yasayek binpê nekirine.”