Andok: Pêwîstî bi tifaqa li dijî faşîzma AKP'ê heye

Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Xebat Andok tifaqa li dijî faşîzma Hîtler bi bîr xist û got, li dijî Erdogan-Bahçelî û dewleta Tirk jî tifaqeke bi heman rengî pêwîst e.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok di bernameyeke taybet a televîzyona Stêrk TV de li ser rojevê pirsên rojnamevan Enes Yildiz bersivand.

Andok, di bernameya taybet de tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelê Kurd, hilbijartinên heremî ên ku di meha Adarê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêk werin, polîtiyan AKP-MHP û têkoşîna gelê Kurd de nirxand.

TECCRÎD BI KONSEPTEKE NAVNETEWÎ DODME, KOMPLO BERDEWAM DIKE

Andok, tecrîdê wek konseptekî navdewletî bi nav kir û got bi biryara Emerîka a li ser sê rêveberên têkoşîna azadiya Kurdistanê hîn zelal bûye, bi vê re dixwazin di şexsê Rêberê gelê Kurd Ocalan de nirxên ku têkoşîna azadiya Kurd û gelê Kurdistan ava kirine ji hole rakin û wiha dest bi axaftinên xwe kir;

“Gelê Kurd bi awayekî giştî sala 2019'an bi çarçoveya berxwedaniyê de pêşwazî kir. Hem rewşa dijminê gelê Kurd hem jî rewşa gelê Kurd diyar kir ku sala 2019'an wê bibe saleke şerekî pir mezin. Rewş wê bi vê şeklî biçe, ev ji niha ve diyar e. Di rojeva gelê Kurd de tecrîd heye. Ji ber ku gelê Kurd her tim got; “Nêzîkatiya di derbarê Rêbertî de nêzîkatiya di derbarê Kurdan e.” Gelê Kurd dema hewl dide ku fêm bike ka dagirker di derbarê gelê Kurd de çi difikirin, ka konsepteke çawa heye, ka pêşerojeke çawa li pêşiya gelê Kurd e, di van dema de gelê Kurd li rewşa Rêbertî dinêre. Di halê heyî de Rêbertiya me di zindanê de ye û agahî jî jê tine. Di heman demê de em dizanin konsepteke pir berfireh heye ku Rêbertiya me weke hêza çareseriyê ji dûr bixe û tesfiyê bikin. Berê jî xwestine vî tiştî pêk bînin. Dema komplo hat kirin jî li ser vî esasî hatibû kirin. Lê belê berxwedaniya gelê Kurd, fedaiyên Rêber Apo ev mecal neda dijmin. Lê ev komploya navnetewî hîn jî didome. Ew destpêka komploya navnetewî de hesabên ku hatibûn kirin hemû jî berdewam e. Di vî halî de ti guhertin tineye.

Gelê Kurd jî gelekî zana ye. Ji Rêbertiya me perwerde girtiye. Têgihîştiye û di vê demê de jî pêşengtiyeke pir xurt ji aliyên welatparêzan ve tê meşandin. Heman tişt di demên berxwedaniyên xwesertiyê de jî derketibû holê. Hevalê Mehmet Tunc, hevala Aysel Yuksel ev pêşengtî kiribûn. Dîsa bi dehan, bi sedan şehît hat dayîn. Asteke fedaîtiyê derxistin ku bikaribin hebûna Kurd û Kurdistanê mîsoger bikin. Di halê heyî de êrîşên dijmin ê xwînmij vê mecbûr dike. Gelê Kurd jî bi vî şeklî tevdigere.”

2019 WÊ BI BERXWEDANÊ BIDOME

Andok, di nirxandinên xwe da zanîn ku tecrîd têne bi şeklê ku bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin were çêkirin û şûn de jî dê tecrîd rabe were fêmkirin şaş e û berdewam kir;

“Sala 2019'an ji serî heta binî wê bi berxwedanî bidome. Herkes dibeje “tecrîd.” Tecrîd pêwîste rast werê fêm kirin. Tecrîd tenê ne di wateya berteng de ye; hevdîtin bi rêbertiya me re nayê kirin û li ser vî esasî hewildan hene ku ev tecrîd werê şikandin. Mesele ne tenê ew e ku em herin rêbertî bibînin û piştre jî em mêze bikin ka Rêberê me heye û hwd. Mesele ji vê wêdetir e. Ji xwe mirov bi fikrê xwe heye. Bi bernameyên xwe heye. Mirov bi îdealên xwe heye, bi ûtopyayên xwe heye. Bêguman tişta sereke ew e ku heyet bi Rêbertî re hevdîtinan bike, Rêbertî bibînin. Ev ji xwe heye, lê belê dema ev çêbû em nikarin bibêjin tecrîd bi dawî bû. Ev ne rast e. Di sala 2016an de dîsa çalakiya grevên birçîbûnê çêbûbûn. Dîsa helwesteke pir xurt a gelê Kurd di hemû qadan de çêbûbû. Di encamê de birêz Mehmet Ocalan çûbû û Serokatiya me dîtibû. Ji 2016'an şûn ve dîqet bikin ti hevdîtin çênebû. Gelo tecrîd rabû? Na. Niha jî ji bo tecrîd rabe li her deverê berxwedanî hene. Wê demê pêwîste mirov ji tecrîdê tiştekî cuda fêm bike.”

BIRYARA EMERÎKA Û POLÎTÎKAYÊN LI SER ROJAVA BERDEWAMA TECRÎDÊ YE

Xebat Andok, biryara Emerîkayê a di derbarê sê pêşengên gelê Kurd de û polîtîkayên wan ê li ser destkeftiyên gelên Kurd û dostên wan wek berdewamiya tecrîdê pênasekir û got; “Dixwazin bi vê biryarê re herkesî bitirsînin, herkesî ji dûrî PKK’ê bixin, projeyên PKK ê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn tesfiye bikin ji bo wî jî dewleta Tirk her roj gefan li Bakur û Rojhilatê Surî dixwe û lê şoreşa Rojava şoreşa hemû gelan ê û herkes jî hat.”

Andok, balkişand li ser daxûyaniya Emerîka a “Em ê Kurdên Rojavayê Kurdistanê biparêzin” û got;

“Balkêş e, Emerîka dibêje, 'em ê Kurdan biparêzin. ''Hin daxuyanî jî hene. Dibêjin; ji Tirkan tê xwestin ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê bên parastin. Tu di bê qey dewleta Tirk di derbarê Kurd û Kurdistanê de bimerhamet e, biwîcdan e, heq û huqûqê nas dike. Bi vî şiklî daxuyanî hene û ev ji serî heta binî ti eleqeya wan bi rastiyê re tine ye. Ne di vê çarçoveyê de axaftinên DYE rast e, ne jî yê dewleta Tirk rast e. Tu di bê qey li Bakurê Kurdistanê pirsgirêka Kurd tine ye. Madem ti garantiyekê ji bo Kurdan dixwazî û ti dixwazî Kurdan biparêzî ma parçeya herî mezin a Kurdistanê Bakurê Kurdistanê ye. Bi deh milyonan kes li Bakurê Kurdistanê dijîn. Ji ber ku nayên naskirin kes nizane hejmara wan çi qas e? Gelo hem di çarçoveya qirkirina fîzîkî hem jî di çarçoveya qirkirina çandî de ev sed sal in ev êrîşên li ser Bakurê Kurdistanê yên bênavber û bi awayekî sîstematîk tên meşandin tê çi wateyê? Gelo ew jî ne Kurd in? Ev jî dide diyar kirin ku derdê wan ne Kurd û Kurdistan e.”

TU YA HER KESÎ YÎ, HER KES DI NAV TE DE DIKARE YA XWE BIBÊJE

Andok got, dewleta Tirk di milekî de gefan li tevgera azadiya Kurdistan û gelê Kurd dixwe di hûndir de jî êrîşî HDP’ê dike û dixwaze HDP bixe xetekî lîberal û wiha domand;

“Heman tecrîd di çarçoveya projeya HDP’ê de li Bakurê Kurdistanê jî bi destê dewleta Tirk tê meşandin. Nêzîkatiyên ku HDP’ê bînin sînorên netewperestiyê hene. Di heman demê de dixwazin xeta HDP’ê bixin xeteke lîberal de. Ev êrîşek li hemberî bername û zîhnîyeta HDP’ê ye. HDP çiqas xwe bike partiya hin kesan wê ewqas li dijî bernameya xwe be, lewaz bibe û li ser wî esasî jî tasfîye bibe. Wê demê jî di nava Kurdan de jî wê bibe partiya hin Kurdan. Na, ew partî bi awayekî giştî partî û rêxistinên ku nerîna xwe ya zîhnî ji Rêbertiyê me digrin hemû pêwîst e bi vî şiklî tevbigerin. Hêzên desthilatdar û civak heye. Pêwîst e bi giştî bibe malê civakê. Bikeve xîzmeta hemû etnîsîteyan, hemû ol û çandan. Ji bo vê yekê em bala xwe bidinê, tevî hemû kêm û kurtasiyan jî şoreşa Kurdistanê hinekî pêş ketiye. Pozîsyon û bernameya HDP’ê heta astekê bi ser ketiye. Bi kurtasî, ji ber ku ti ya herkesî yî, herkes jî dikare xwe di te de îfade bike.”

Andok, dan zanîn AKP bi destê MHP’ê tê bi rêve birin û got;

“Dewleta Tirk ji serî heta binî MHP ye. Di nav dewleta Tirk de yên ku dewletê bi rê ve dibin xwedî mêjiyê MHP’ê ne. Niha yên ku AKP’ê bi rê ve dibin jî MHP ye. Her çiqas AKP xwe binepixîne û bibeje “ez di hilbijartinan de bi ser ketim, ez ê pergala xwe ya yekkesî bi rêk û pêk bikim” jî ev ne rast e. Ya rast çi ye? AKP di dîroka xwe de dema xwe ya herî lewaz dijî. MHP çi bixwaze AKP wê bike. Ji bo wê yekê jî MHP di derbarê Kurd û Kurdistanê de, di derbarê hemû civakê de çi difikire dewleta Tirk jî wê tiştê difikire. Tiştê ku tên pêkanîn jî di vê çarçoveyê de ye.”

DIVÊ BERXWEDAN JÎ BI QASÎ ÊRÎŞAN ZÊDE BIBE

Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Xebat Andok, li ser hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê nirxandinên girîng kir û got ji dervayî berxwedaniyê ti rêyêke din ji bo Kurdan û gelên din tine ye û wiha nirxand;

“Dewleta Tirk, di çarçoveya polîtîkayên xwe yên qirkirinê de rolek li hilbijartinê bar kirine û dixwazin di wê de bi serkevin. Dixwaze rejîma xwe ya faşîst mayînde bike, bi her awayî polîtîkayên xwe yên qirker li ser Kurd û Kurdistanê bi serbixe. Di çarçoveya şerê xwe yê giştî de rolek li hilbijartinên heremî bar kiriye. Ji bo vê yekê pêwîst e em jî bi vî şiklî nêz bibin. Madem êrîşeke giştî heye, em ê berxwedaniyeke giştî van êrîşan pêşwazî bikin. Tenê bi vî awayî êrîş dikarin bişkên. Di nav berxwedaniya giştî de hilbijartin jî tenê rolekê dilîze. Ji bo vê yekê ger girîngîyeke hilbijartinê hebe tenê di çarçoveya berxwedaniya li dijî faşîzmê de ye. Kurd neçar in hin tiştan bikin. Ne tenê Kurd jî civakên din jî neçar in hin tiştan bikin. Ji ber ku jiyaneke ku civak karibe tê de bijî nemaye.

HÎTLER JÎ BI TIFAQA DIJÎ FAŞÎZMÊ TÊK ÇÛ

Andok, di nirxandinên xwe de ji bo tifaqa gelan a li hemberî faşîzme ji dîrokê mînaka tifaqa li hemberî faşîzma Hîtler da û axaftinên xwe wiha domand;

“Dewleta Tirk ne tenê bela serê Kurdan e, bela serê gelek gelan e. Bila kes wiha hesab neke ku wê hesabê qirkirina Ermeniyan, Suryaniyan, Êzîdîyan, Elewiyan, Kurdan hwd. ji wan neyê xwestin. Dewleta Tirk ne tenê bi Kurdan re bi herkesî re mijûl bûye. Êrîşî her kesî kiriye, heta di êrîşan de heta astekê bi ser jî ketiye. Di halê heyî de jî êrîşê herkesî dike. Herkes dibêje; dewleta Tirk dixwaze bibe Osmaniya nû. Osmaniya nû sînorê wî ne piçuk bû . Osmaniya nû li sê parzemîna desthilatdar bû. Berê xwe dayê Sûriyê, Iraqê li her deverê, xwedî îddîa ye, dixwaze ji xwe re xakê ji xwe re peyda bike. DAÎŞ ji xwe re kiriye hêzekî lêdanê û dixwaze bi DAÎŞ’ê ve êrîşê her derî bike. Bi kurtasî bûye bela serê her kesî. Eger bûye bela serê herkesî, bûye bela serê gelê Kurd. Dive gelê Kurd di serî de gelê Tirk, Ermen, Ereb herkes divê li dijî faşîzmê têkoşîn bikin. Çawa ku hin hêzên ku di hin mijaran de dijî hevbûn lê ji bo têkbirina faşîzma Hîtler bûn yek û Hîtler têk birin. Heman tişt aniha qasî koalîsyona li hember Hîtler li hemberê wê faşîzmê pêşket di heman demê de li hemberê Erdogan-Bahçelî û dewleta Tirk jî lazim e. Ev faşîzm neşkê wê bibe bela serî herkesî.”

TIFAQA PARTIYÊN KURD GIRÎNG E

Têkilî hilbijatinên xwecih ên 31'ê Adarê Andok wiha axivî:

“Hilbijartin jî di çerçoveya berxwedaniya giştî de xwedî rolekî girîng e. Dewleta Tirk jî hinek wisa nêzê vê hilbijartinê dibe. Qasî ku em dişopînin heta astekî xebat tên kirin. Herî dawî partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê jî di nav xwe de tifaqek çêkirin. Ev tifaq gelek girîng e. Dive di heman demê de ev tifaq li Tirkiyeyê jî çêbibe. Ji ber ku faşîzm heye. Hemû kesên ku niha ji faîşma AKP-MHP’ê êşê dikişînin pêwîste bibin yek. Kê dibe bila bibin di çarçoveya sekna li dijî faşîzmê û têkbirina faşîzmê divê helwestekê diyar bikin û bi hevdû re çi peyman lazim be, çi hevdîtin lazim be, çi danûstandin lazim bibe divê hemû bêne kirin û bi yek helwestî li hemberê faşîzmê derbikevin û ev helwest wê di cih de be. Rexne hene, herkes hevdû rexne dike, bê guman planê hemû partiyên siyasî cûrbecûr in û wisa jî normal e. ''

2019 SAL IN KURD BÊNAVBER ŞER DIKIN

Ji bo xebatên HDP’ê jî Xebat Andok nirxandinan kir û bal kişand têkoşîna Kurdan a bêhempa;

“Di destpêkê de divê HDP serbikeve. Wê çawa serbikeve, hinek xebat lazim e. Ew tifaqên ku dikin di vê çarçovê de dikin. Di Kurdistanê de ew şaredariyên ku hatibûn xespkirin lazim e bi awayek pir xurt ji destê vê faşîzmê bê girtin. Li kêleka vê çima Kurdistan di aliyê Kurdan ve neyê rêvebirin? Ew deverên ku heta niha nehatine girtin jî her awayî mirov xebatek pir xurt bimeşîne û mirov bikaribe wan deran jî bigre. Ji bo serketinê destpêkê divê hilbijartin were qezenc kirin. Dek û dolabên dewleta Tirk herkes dizanin. Li Kurdistanê AKP-MHP wek devlet bi yek partî dikevin hilbijartinê. Niha AKP-MHP bi hemû derfetên xwe yên dewletê ve wê bikevin hilbijartinê ji bo vê jî divê em baş bizanibin niha li hemberê HDP’ê dewlet heye. Divê HDP serbikeve û hemû dek û dolabên dewletê werin pûçkirin.''.

Andok bal kişande ser şerê domdirêj ê Kurdan, got, 'Rikê Kurdan navdar e, pir xwestin ku Kurdan biqelînin lê Kurd ne qeliyan'' û domand: ''

Ev 219 sal in Kurd bê navber şerdikin. Ew qas şehîd dan, hîn jî berxwedaniya xwe di asta jor de berdewam dikin. Ji bo vê yekê zêde gelê me nebêje gelo dewletê wê wisa nêzîk bibe. Dewlet wê hertim wisa nêzîk bibe. Ji bo şaredarî nekeve destê HDP’ê çi destê dewletê bê wê bike. Her tişt kiriye, dema ku ew her tiştî dike wî çaxî ti jî berxwe bide. ti jî bi rêkekî xwe yê dîrokî bi rûmeta xwe ve, bi namûsa xwe ve, bi şerefa xwe ve, bi nirxê xwe ve girêdayî di asta herî jor de ti jî berxwe bidî. ti jî hewil bide wê tam têk bibe. Eger hîn jî gelê Kurd bi vê hijmarê, bi dîrokekî ewqas kevin ve hîn jî bê statiye ev kêmasiya me ye.''

Endamê Konsêya Rêvebir a KCK’ê Andok gîrîngî da hêza gel a bi xwe û got di vê gel xwe bispêre hêza xweya cewherî. Andok diyar kir, di vê mijarê de mînaka herî serek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, ji bo vê tecrîdeke giran li ser Ocalan hatiye danî, bi sedema ku naxwazin vîna Ocalan berbelav bibe.

Têkilî yekîtiya navxwe ya Kurdan Andok got, “Divê her Kurdek di şexsê xwe de dewleta Tirk a dagirker têk bibe. Evgas heqeret çêdibe, bêrûmetî çêdibe, Kurd bi vê neêşe piştî ku êşiya jî nekeve nava liv û tevgerê, nebe xwediyê helwest li hember dagirkeriyê ne tenê dagirkeriya dewleta Tirk hemû dagirkeran, dive ew Kurd hinek li ser xwe bisekine bêje ez çiqas Kurd im. Ez çiqas taybetmendiyê mirovbûnê di xwe de dihewînim. Dive her Kurdek ev jiyana ku dagirkera ji wan re daniye qebûl neke û bibe xwe. Bêje ez ê li ser axa xwe, li derdorê welatê xwe, di çarçoveya xwebûna xwe de, di çarçoveya nasname, ziman û dîroka xwe de ez ê bijîm. Dema ku xwe gîhand vê ferasetê, ev ji xwe re kir sekna jiyanî wî çaxê bi ser dikeve. Kêmasî di vir de derdikeve. Eger ev hebe hemû astengî wê bi hêsanî ji holê rabin.”

EM DI POZÎSYONEKE XURT DE NE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok herî dawî got:

“Projeya PKK’ê tam jî li gorî civakê ye. Ji ber ku em doza desthilatê, serdestî û bidestxistinê, doza ku bêrîka xwe tije bikin, nakin. Em dibêjin mirov hebûnek civakî ye, civaka te hebe ti heyî. Ji bo vê jî madem pirsgirikên te yên civakî hene tu xwe feda bike ji bo civaka te xweşik bijî, felsefefa PKK’ê bi vê şeklî ye. Ji ber ku vê rastiyê dibînin, dema ku em bi berxwedanî û berdêlên giran ve berê xwe didin nav civakê û civak berê xwe dide me ziravê wan ji vê diqete. Dîna xwe didin ger ku pêşiya vê rêxistinê neyê girtin wê Tirkiyeyê jî xweşik bikin, wê hemû Kurdistanê jî xweşik bikin, wê Rojhilata Navîn jî xweşik bikin, wê di heman demê de dinyayê jî xweşik bikin ji bo vê yekê ditirsin. PKK ya ku dikare dinyaye biguherîne ne utopîk e. Ji ber ku hemû cihanê şoreş bi komên piçûk yên xwe baş rêxistin kirine ve çêbûye û çêdibe jî. Bila kes nebêje xeyalî meyalî ne. Ka bila em piçek xwe baş rêxistin bikin wek gelê Kurd, ew kesên ku xwe derdora hişmendiya azadîxwaz kom kirine bila piçek ew astengiyên ku derketine pêşiya xwe hinek derbasbikin, ka bibînin wek stêrkek muhteşem çawa di dinyayê de dibriqin. Çawa dinyayê diguherînin. Ji bo vê jî kêmasiyê me ne. Niha em jî hewil didin li ser van kêm û kurtasiyên xwe bisekinin. Jixwe ewqas êrîşê wan jî ji bo pêşîgirtina vê ye. Yanî piçek êrîş çêdibe hinek kes dibêjin pozîsyona me zeyîf e Na, ne wisa ye. Pozîsyona me ji hemû deman xurtir e. Em hatine pozîsyonek wisa ku niha em dikarin rêveberiya DYE’ê jî tevlihev bikin. Hew qasî em xurt in, bila ti kes xwe zeyîf nebîne. Gelê Kurd wê sala 2019’an li her çar perçê Kurdistanê ne tenê gelê Kurd gelên din jî ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bişkê dest dane hevdû, zend û bend badane bi her awayî di nav têkoşînê de ne. Em xwe bi vê şeklê rexne dikin, em dibêjin çima em xurtir nînin. Çima em zêdetir bi ser nakevin. Naxwe pozîsyona me pir xurt e.''