Amediyan komplo şermezar kirin: Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin!

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Meydana Deriyê Çiyê ya Amedê got, “Bila deriyên Îmraliyê bê vekirin. Rabûna tecrîdê wê demokrasî û azadiyê bîne.”

Ji bo salvegera 23’yemîn anîna Tirkiyeyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi komployeke navnetewî ya di 15’ê Sibata 1999’an de li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê daxuyanî hate dayîn. Polîsên ku beriya daxuyaniyê çûn qadê hemû rê bi maşîneyên zirxî girtin. Li qadê û derdora wê bi sedan polîs hatin bicihkirin. Polîsan destûr neda kesên ku xwestin tevlî daxuyaniyê bibin derbasî qadê bibin.

 Tevî vê yekê Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Hevberdevkê Komîsyona Karên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy, parlementerên HDP’ê Dersim Dag, Îmam Taşçier, Remziye Tosûn û komeke endamên partiyê ketin qadê. Polîsan koma ku ketiye qadê bi saetan di dorpêçê de girtin. Wekî din komeke din a endamên partiyê ku karîn bikevin qadê li cihekî din ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Dema dorpêça polîsan de welatiyekî her tim dirûşmeya “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” berz kir. Welatiyê ku demekê komploya ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeyan şermezar kir, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û li maşîneya zirxî ya polîsan hat siwarkirin. Muzakereyên ku bi saetan dom kirin encam negirtin û polîsan destûr neda ku kes bikeve qadê. Gelek welatî tevî vê yekê li cihên kul ê hatin rawestandin, sekinîn.

Piştî ku ji hevdîtinan encam nehat girtin Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay daxuyanî da. Gunay, diyar kir ku dîmenê li qadê berdewama polîtîkaya tecrîdê ya 23 salan e. Gunay, bal kişand ku bi sedan kesên ku xwestin tevlî çalakiyê bibin ji aliyê Miduriyeta Polîsan a Amedê ve hatine tecrîdkirin û wiha got: “Em sedemê vê dizanin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê biryara polîtîkayên şer û tecrîdê da û ji aliyê neçareserkirina pirsgirêka kurd, şer û tecrîdê li hev kirin. Tecrîda ku 23 sal in li ser birêz Ocalan berdewam dike, berdewama komploya navnetewî û di neçareserkirina pirsgirêkên kurd û polîtîkayên şer de israr kirine.”

Gunay, bi lêv kir ku dorpêça li Amedê “dagirkerî ye” û wiha berdewam kir: “Miduriyeta Amedê ji berteka gelê Amedê ya li dijî tecrîdê ditirse. Ditirse ku bibêje li dijî şer aştiyê dixwazin. Ji ber ku li aliyê şer helwest girtin. Ji ber ku dizanin ku şer û mirin bi kêrî karê wan tê. Lê aştî demokrasî, pêşeroj û hizûra vî welatî ye. Rastiye desthilat û miduriyeteke polîsan ku ev qas ji aştiyê ditirsin heye. Binêrin bi saetan e ji bo ku dorpêçê veşêrin bazarê bi me re dikin. Çima? Ji aştiyê ditirsin. Ji dengê aştiyê ku ji Amedê bilind bibe ditirsin.”

Gunay, destnîşan kir ku wê li dijî polîtîkayên tecrîdê rawestin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê heta nefesa xwe ya dawiyê ji bo aştiyê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan, hatina aştî, aramî, demokrasi û azadiya vî welatî ye. Desthilat tehamûlî vê nake. Bi tecrîdê xwe li ser piyan digirin. Em ji Qada Deriyê bang dikin: Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin, bila Ocalan biaxive û fikrên xwe ji civakê re parve bike ku aştî were axaftin. Di serî de Tirkiye bi temamî Rojhilata Navîn bila aştî belav bibe. Desthilat bi dagirkerî, şer û tecrîdê bersiv dide hemû bangên aştiyê yên birêz Ocalan. Lê em ê di hemû şert û mercan de têkoşîna xwe bidomînin. Elbet wê aştî were û hûn hemû wê ji ber van pêkanînên bihiqûqî li pêşberî darazê hesabê bidin. Vê yekê jî wisa bizanin. Elbet wê aştî were vî welatî.”