Amedî wê 1'ê Gulanê li meydana Stasyonê bin

Gelê Amedê wê 1'ê Gulanê li meydana Stasyonê be. Komîteya amadekar bang li her kesî kir ku li dijî şer, mêtingerî, şîdet û neheqiyê tevlî mîtîngê bibin.

Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Amedê ku ji DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê pêk tê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rewşa Awarte û polîtîkayên şer bandoreke neyînî li paşeroja kedkaran û civakê dixwin û hate gotin, "Bi vê kombûnê re em radigihînin ku ji bo mîtînga bi heybet a 1'ê Gulanê ya li Amedê me dest bi amadekariyan kirin."

Komîteyê diyar kir, wê daxwazên xwe roja 1'ê Gulanê li meydana Stasyonê bînin ziman.

Komîteyê destnîşan kir ku mirovên li ber şer radibin û daxwaza aştiyê dikin wê li meydana Stasyonên li hev bicivin û nîşan bidin ku wê teslîmî tarîtiya rejîma nû ya ku bi Rewşa Awarte tê ferzkirin nebin.

Komîteyê bang li her kesî ku beşdarî mîtînga 1'ê Gulanê bibin.