Amed û Xarpêtê agir bi daristanan ket
Li gundên Mîrayana Xarpêtê û Pîrana Amedê ya ku operasyonên leşkerî lê didome, agir bi daristanan ket.
Li gundên Mîrayana Xarpêtê û Pîrana Amedê ya ku operasyonên leşkerî lê didome, agir bi daristanan ket.
Li gundê Pîrejman û Kayaşa Pîranê û li gundên Nerbîş û Wişkila ya Mîrayanê ya ku operasyonên leşkerî lê didome, agir bi daristanan ketiye.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin li derdora Çiyayê Gorse ya Pîranê jî 5 roj in operasyonên leşkerî didome.
Hate ragihandin li gundên Pîranê yên ku şewat didome, gundiyan telefonî rayedaran kirine lê rayedaran gotine ‘Tiştekî em bikin tune’.