Amak: Em ê qeyûman biavêjin ser sergoyê dîrokê

Hevseroka HDP'ê ya bajarê Mêrdînê Eylem Amak diyar kir, gel wê di hilbijartinê de bersiveke xurt bide qeyûman û qeyûman biavêje ser sergoyê dîrokê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi nêzikbûna hilbijartina rêveberiyên xwecihî ya 31’ê Adarê re lez dan xebatên hilbijartinê. HDP li aliyekî buroyên hilbijartinê vedike û li aliyê din serdana gel û esnafan berdewam dike. Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak xebatên hilbijartina rêveberiyên xwecihî ji ANF’ê re nirxand. Amak destnîşan kir ku gelê Mêrdînê di 31’ê Adarê de wê bersivek xurt bide qeyûman û wan bavêjin sergoyê dîrokê.

‘MÊRDÎN JI BO HILBIJARTINÊ AMADE YE’

Amak da zanîn ku gelê Mêrdînê ji zû ve ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî re amade ye û wiha axivî: “Zêdetirî mehek û nîve me dest bi xebatên hilbijartina rêveberiyên xwcihî kirîne. Destpêkê li navendê û tevahiya navçeyan me koordînasoyona hilbijartinê ava kirin. Bi çoş û kelecanek mezin bi tevlîbûna namzet û wekîlên xwe, me buroyên hilbijartinê vekirin. Her roj mal bi mal, kûçe bi kûçe em digerin û serdana welatiyên xwe dikin. Nêzîkatiyên gel ji bo HDP’ê pir baş e û gel bi coş e. Ji niha ve nerazîbûnek mezin a gel ji bo qeyûman heye. Gel weke her demê li dora partiya xwe bûye yek deng. Her cihê ku em diçin, bi çoş û kelecanek mezin tên pêşwazî kirin. Em jî hêza xwe ji vê coşa gel digrin. Mêrdînî amadene ku bersivek xurt bidin qeyûman. Em ê bi gelê xwe re di 31’ê Adarê de qeyûman bavêjin sergoyên dîrokê.”

‘AKP BI ZORDESTIYÊ DIXWAZE ŞAREDARIYAN BI DEST BIXE’

Amak anî ziman ku AKP her ku diçe li Kurdistan û Tirkiyeyê dengê xwe winda dike û bi zordestiyê dixwaze şaredariyan bi dest bixe. Amak destnîşan kir ku AKP li herêmê dibe partiya tebele û wiha pêde çû: “Gelê Kurd, Ereb û Sûryanî li dora HDP’ê dibin bazin û AKP jî xwe li vê yekîtiyê nagre û êrîşî HDP’ê dike. Berî niha Midyat di destê AKP’ê de bû û li Midyatê naxwaze ti partî xebatan bide kirin. Dema ku em li Midyatê xebat didin kirin, bi çoşeke mezin tê pêşwazî kirin. Heftiya borî me li kolana Seyfettîn Guneşten a taxa Nû ya Midyadê ku piranî welatiyên Ereb lê dirûnin, xwest buroya hilbijaritnê vekin ji hêla qeymeqamê navçeyê Hûseyîn Tekîn ve hate astengkirin. Em ê li her herêm û kûçeyê xebatên xwe bidin meşandin.”

‘GEL LI HEMBERÎ QEYÛM BI HÊRS E’

Amak destnîşan kir ku gelê Mêrdînê ji polîtîkayên qeyûm bêzarbûye û got: “Dema ku em serdana gel, esnaf û karkeran dikin her kes li hember qeyûm bi hêrs e. Qeyûm li herêmê xizmetê nake, lê belê li ser pişta gel xwe dide jiyîn. Kirayên dikanan zêde kiriye û li her cihê ji gel bac distîne. Li Merdînê qeyûm ti xizmet nekiriye. Li her cihê bajar di bîlbortan de reklma xwe dike û îdîa dike ku xizmet kiriye. Belê xizmet kiriye, xizmet tenê di bîlbortan de kiriye û dibêjin, vaye em dixebitin. Kar û xebatê qeyûman dîmene. Qeyûm di dîmenan de heye lê belê bi zindî tineye. Qeyûm çi bikin bila bike nikarin gelê me bixapînin. Mînak, li Qoserê ti xizmet nayê kirin. Qoser di nava heriyê de ye û pirsgirêkên mezin hene. AKP bi rêya qeyûman derbeyek mezin li gel xist.”

‘SEDEMA PIRSGIRÊKÊN SIYASÎ Û CIVAKÎ TECRÎD E’

Amak bal kişand li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt got: “Tecrîda li ser Rêzdar Ocalan derhiqûqî û derqanûnî ye. Li cih û kûçeyên ku em xebatên hilbijartinê didin meşandin gel li hemberî tecrîd bi hêrs e. Sedema pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî yên li Tirkiyeyê polîtîkaya tecrîdê ye. Bi polîtîkaya tecrîdê em bal dikişînin ser polîtîkayên şer, êş, xizanî û birçîbûnê. Leyla Guven ji bo vê yekê di çalakiyê de ye. Ev gaveke girîng e û divê xwedî lê bê derketin. Leyla Guven ji bo aştî, demokrasî û têkoşîna jinan çalakiyeke girîng e. Divê jin xwedî li vê çalakiyê derkevin. Leyla Guven gavekê li pêşiya me ye û têkoşîn bi pêş ve biriye. Leyla Guven bi çalakiya xwe ji bo aştiyê bang dike.”