Alma yê Roboskî hate destgîrkirin

Hikmet Alma yê ku di qetlîama Roboskiyê de birayê wî hatibû qetilkirin, hate destgîrkirin.

Hikmet Alma ê ku di qetlîama Roboskiyê de birayê wî hatibû qetilkirin, dema ji bo îfadeyê biçe Edliyeya Qilabanê hate destgîrkirin.

Alma yê ku di çarçoveya lêpirsîneke derberê wî de hetiye vekirin û ji bo îfadeyê çûbû, Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê,li edliyeyê hate destgîrkirin.

Alma yê ku beriya Newrozê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî bû, anî ziman ku sozên ku hatibû dayîn heta niha jî yek bi tenê nehatiye cih. Alma diyar kiribû ku edalet enceq yekîtiya Kurd bê pêkanîn û wiha gotibû: “Beriya qetlîamê her roj ji bo me Newroz bû. Piştî qetlîamê her roj hatin gel hev û me agir pê dikir. Lê tim li hember êşa ku nehatiye pêçar em xemgînin. Heta edalet pêk were wê têkoşîna me bidome.”