Alkan: Em ê bi rengê Sema Koçer li ber êrişan rabin

Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan diyar kir ku wê bi rengê Sema koçer li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk li ber xwe bidin û got, "Rejîmên faşîst hewl didin xwe bi hêz nîşan bidin, lê belê li ber bidawîbûnê ne."

Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan ji Radyoya Dengê Welat re axivî. Alkan şerê li Kurdistanê rewşa li cîhanê nrixand û destnîşan kir, sedema bingehîn a şewba vîrûsa koronayê sîstema kapîtalîst û endustriyalîzm e. Alkan diyar kir, encamên vîrûsa koronayê hîn girantir e û got, "Tevgera Azadiyê têkildarî vîrûsê hin nîqaşan dike. Gelo sedema rûdana karesateke wiha çi ye?

Cîhan tev têkildarî vîrûsê tenê mijarên teknîkî û encamên şewbê dinirxîne. Dixwazin berpirsyarê şewbê bi vî rengî veşêrin. Berpirsyarên vê felaketê hêzên serdest û endustriyalîzm e. Hêzên ku cîhanê bi rê ve dibin tenê berjewendiyên xwe esas digirin û xwezayê tune dikin. Hevsengiya navbera mirovahiyê û xwezayê ji nedîtî ve tên. Her tiştî dagir dikin."

'SÎSTEMA KAPÎTALÎST XITIMÎ YE'

Alkan bal kişand ser metirsiyên li pêşiya civakê û cîhanê û got, ev rewş ji bo mirovahiyê tehlûkeyeke mezin e. Alkan bi bîr xist ku hêzên serdest xwe nadin ber berpirsyariya vê felaketê û got, "Hêzên serdest rastiyê berevajî nîşan didin. Lê belê rastiya sereke ew e ku kapîtalîzm xitimiye. Êdî pêwîstî bi guhertina sîstema cîhanê heye. Rêbertî jî balê dikişîne ser felaketê tenduristiyê, ekolojîk û civakî. Eger rêbaza rêvebirina cîhanê neguhere wê metirsiyên mezin rû bidin.

Di vê mijarê de Rêbertî gelek caran hişyarî da. Kapîtalîzm tenê dixwe. Mirovahî di nava tehlûkeyeke mezin de ne, lê belê desthilatdar dibêjin ku rewşa xerab bihurî ye. Cîhan tev niha di nava tengaviyeke civakî û aborî de ye. Li Tirkiyeyê mirov mehkûmî xizaniyê tên kirin, ji ber vê yekê tenduristiya mirovan ji nedîtî ve tên."

'ABORIYA DEWLETA TIRK LI SER ŞER DIMEŞE'

Alkan bla kişand ser bandora faşîzma AKP-MHP'ê ya li nava civakê û destnîşan kir, aboriya şer di ser karkeran û gelê xizan re tê meşandin. Alkan ragihand, dewleta Tirk ji bo şer kûr bike jiyana mirovan dixe metirsiyê û got, "Li Tirkiyeyê şewba vîrûsa koronayê di asta herî bilind de ye, lê belê ji bo xapandina mirovan rastiyan bi rengekî nerast û berevajî nîşan didin. Bi vî rengî dixwazin sîstemê rizgar bikin. Faşîzma AKP-MHP'ê vê nexweşiyê ji bo xwe weke firsendeke mezin dibîne. Dixwazin vê pêvajoyê ji bo qewînkirina desthilatdariya xwe bi kar bînin.

Beriya şewba vîrûsa koronayê dewleta Tirk hem li Lîbyayê hem jî li Idlibê di nava rewşeke tengav de bû. Bi hatina biharê re liv û tevgera gerîla jî dest pê kir, mûxalefet xurt bû. Têkiliyên navbera Tirkiye, Rûsya û Emerîkayê aloz dibû, aborî li ber têkçûnê bû. Rejîma AKP-MHP'ê li cîhanê tecrîdkirî bû, lê belê piştî ku vîrûsa koronayê derkete holê ev rojev hate guhertin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk ev nexweşî ji bo xwe weke xêra xwedê dît.

Li ser vê yekê siyasetê dikin, çeteyên xwe dişînin Idlib û Lîbyayê, dest datînin ser şaredariyan, dixwazin Başûr dagir bikin, zextê li gelê me yê li Bakur dikin, bi qanûnên nû re çeteyên xwe ji girtîgehan derxistin. Êdî bi rengekî eşkere nîşan dan ku ew dewleteke çete ne. Girîng e gelê me hay ji vê zîhniyetê hebe. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze nexweşiyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Ji bo ev pêvajo bi kêrî faşîzm û desthilatdariyê neyê, divê civak û hêzên azadîparêz hemû li dijî faşîzmê bibin yek û têkoşîneke hevpar bimeşînin."

'TIRSA DEWLETA TIRK JI GELÊ KURD Û PKK'Ê YE'

Alkan bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û got, "Dewleta Tirk zane ku PKK wê dawî li faşîzmê bîne, lewma jê ditirse. Ji ber vê yekê êrişên xwe yên li Kurdistanê didomîne. Rejîma faşîst ji bo gelê Kurd tune bike Ergenekonê ji xwe re dike esas. Zanin ku bi xurtbûna tevgera Kurd re ew ê tune bibin. Ji ber ku ji gelê Kurd û PKK'ê ditirsin êrişê dibin ser Mexmûrê, Silêmaniyeyê, Qendîlê, Rojava, Başûr, Rojhilat û Bakur. Rêber Apo, gel û gerîla bi rengekî xurt li dijî van êrişan li ber xwe didin."

Alkan, Sema Koçer bi bîr xist ku li Bazîdê çalakiya fedayî kir û diyar kir, gerîla bi rengê Sema Koçer ketiye dewrê. Alkan got, "Sema Koçer rengê pêvajoyê diyar kir. Gelê Kurd bi rengekî xurt û mezin li dijî dagirkeriyê û êrişên faşîst li ber xwe dide. Faşîzm çiqasî hewl bide xwe xurt nîşan bide jî eşkere ye ku li ber bidawîbûnê ye. Yên ku ji xeta azadiyê ya Kurdistanê bawer dikin li ber xwe didin. Hevala Sema sînorên vê berxwedanê diyar kir.

Li ser xeta Rêbertî em di pêvajoyeke xurt de ne. Partîka me ya sala 2020'an wê li gorî salên çûyî hîn serketî be. Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe berfireh bike, lê belê bi taktîkên nû yên gerîla em dikarin êrişan hemûyan pûç bikin. Li dijî dagirkeriyê dem dema gerîla ye. Li dijî dagirkeriyê wê li her qadê berxwedaneke xurt bê meşandin. Bi sekna çalakger û îradeya gerîla wê îsal bibe sala bidawîbûna faşîzmê. Bi berxwedana Îmraliyê, gelê Kurd, gerîla û zindanan wê îsal bibe sala serketinê."