Alîkarî bi mexdûrên lehiya Hewlêrê re nayê kirin

Tevî ku nêzî mehek derbas bûye û şertên zivistanê hê jî didomin, mexdûrên lehiya Hewlêrê gazince ji hikûmetê dikin ku alîkarî bi wan re nake û dibêjin, “Hikumetê tazmînata ziyanê nedaye wan.”

17’ê Kanûna 2021’ê li bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistanê ji ber barana zêde û nebûna binesaziyeke baş lehî rabûbû, 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û zirarek zêde ya madî bi xwe re anî bû.

Tevî ku nêzî mehek e li ser lehiyê re bihuriye, hê jî alîkarî ji bo qurbaniyên li ber lehiyê ketine nehatiye kirin û şênî di rewşeke xirab de zivistanê dibihurînin.

Mexdûrên lehiyê diyar dikin ku piştî lehiyê aliyên hikumetê yên peywendîdar nehatine bizanin zerer û ziyan çine ku bikarin alîkarî bikin. Her wiha tînin ziman ku qet alîkarî bi wan re nehatiye kirin, kesên xêrxwaz û dewlemend alîkarî kirine.

Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihandibû ku wê hikumet zerer û ziyanên qurbaniyan pêşwazî bike û heta ji bo vê jî budceyek jî veqetandiye.

Li vir pirsa balkêş ew e ku gelo çima alîkarî nayê dayîn.

HIKUMET NE LI WAN DIPIRSE Û NE JÎ ALÎKARÎ DIKE

Ji şêniyên Hewlêrê Heval Hemîd ku mala wî li ber lehiyê ket daye û ziyanek mezin lê bûye, nerazîbûnê nîşan dide û dibêje: “Heta niha tu kes ji aliyê peywendîdar û hikumetê nehatiye bipirse bê ka çi bi we hatiye û rewşa we çiye? Zerer û ziyan çiqas e? Çima parêzerê Hewlêrê nehate nava gel û li ser sedemê derketina lehiyê lêkolîn nake. Bila li ser vê mijarê xelkê agahdar bike. Heta niha ji hikumetê kes nehatiye. Ti alîkariyeke ji aliyê hikumetê ve ji bo me nehatiye kirin. Tazmînata ziyanê nehatiye dayîn.”

‘ZIYANÊN MEZIN GIHIŞTINE WELATIYAN’

Jina bi navê Melîhe Omer jî nerazîbûn nîşanî helwesta xemsar a hikumetê da û anî ziman ku hikumet xemsar nêzîkî mexdûrên lehiyê dibe û got: “Hikûmet alîkariyê bi mexdûran re nake.”

Omer bi domdarî got: “Hikumeta Herêma Kurdistanê ji ziyanên lehiyê bê agahî ye. Ziyanên mezin gihiştine welatiyan. Hinek hatine formek bi wan dane tijekirin, ti alîkariyeke madî nekirine.”

Omer diyar kir ku xelkê xêrxwaz û dewlemend alîkarî bi mexdûran re kirine.

Di 17’ê Kanûna 2021’an de ji ber barana ku zêde bariya, li 15 deverên Hewlêrê lehî rabû. Ji ber lehiyê 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi 21 milyar dînarî zerer gihîşte welatiyan û cihên giştî.

Li gorî Dezgeha Medya û Zanyariyê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê, ji ber lehiyê ziyan bi hezar 109 wesayît, 143 dikan, 393 xanî, 4 hawizên masiyan ketiye û 893 lawir jî telef bûne. Her wiha hat gotin, ziyan bi 19 depo, 9 market, 47 jenerator û 10 kargehan jî ketiye.

Îro jî ji ber baranê li gelek deverên Hewlêrê lehî rabû û trafîk têk çû.