Akyuz: 8 meh in nahêlin ku em cenazeyên xwe veşêrin

Mehmet Şîrîn Akyuz û Îbrahîm Akyuz di êrîşên qirkirinê de li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabûn. Ev 8 meh in destûr nayê dayin ku cenazeyên wan bên veşartin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, di dema "qedexeya derketina derve" ya ji 14'ê Adarê heta 25'ê Tîrmeha 2016'an de ji ber êrîşên qirker ên dewleta Tirk Mehmet Şîrîn Akyuz û Îbrahîm Akyuz jiyana xwe ji dest dabûn. Di encama testa DNA de nasnameya cenazeyan berî 8 mehan eşkere bûbû. Malbatan xwestin cenazeyan ji Goristana Bêkesan a li Rihayê derxînin û li Goristana Haceca ya li taa Zeynel Abîdîn a li Nisêbînê veşêrin.

Rayedarên Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê destûr nedan ku cenaze li wê goristanê bên veşartin û berê malbatan da Goristana Morîs. Malbatan jî cihê ku emniyetê nîşan da qebûl nekir û ev 8 meh in li bendê ne. Cenaze hê jî li Goristana Bêkesan a li Rihayê ne.

Dayika Aştiyê Latîfe Akyuz a 73 salî got, ew dixwazin cenazeyên neviyê xwe Mehmet Şîrîn û biraziyê xwe Îbrahîm Akyuz li goristana nêzî wan veşêrin. Akyuz diyar kir ku ew ê cenazeyan li cihê ku emniyetê nîşanî wan daye ti carî veneşêrin.

Akyuz bi gotina, "Ev wijdanekî çawa ye" nerazîbûn nîşan da û got, "Şer êdî li ser goristanan tê kirin. Kêlên gorên me jî dişikînin û asta dijminatiya xwe radixin pêş çavan. Her devera Nisêbînê xera kirin, lê dilê wan rehet nebûye. Li cihên ku zarokên me hatine kuştin, avahiyan lê dikin. Dixwazin hîn bêhtir xera bikin û mirovan bikujin. Lê belê ji bilî aştiyê em tiştekî din naxwazin. Heta ku ev daxwaza me bi cih were ez ê têbikoşim."