AKP’yî jî tên ba HDP’ê giliyan dikin

Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salîh Kûday diyar kir şaredariya qeyyûm li ser gel texrîbatên mezin ava kiriye û got “Kesên dengê xwe dane AKP’ê tên HDP’ê û giliyan dikin.”

Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salîh Kûday diyar kir ku qeyyûm ji bo asîmîlasyona çandî û rantê ne, ji Yozgat û Çorûmê rêveber anîne û leşker û polîsên kevn tên îstîhdamkirin.

Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salîh Kûday ji ANF’e re axivî û diyar kir ku rejîma qeyyûm beriya her tiştî berhemeke mêtingeriyê ye û tê wateya ku komara 100 salî îradeya gelê Kurd nas nake.

Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salîh Kûday diyar kir ku qeyyûm ji bo asîmîlasyona çandî û rantê ne û got “Qeyyûmê ku di sala 2016’an de hate peywirdarkirin bi girtina saziyên jinan ên di dema me de hatibûn vekirin dest bi kar kirin. Saziyên ciwan û çandê hatin girtin û ji dêvila wê saziyên ji bo asîmîlasyonê hatin vekirin. Peykerê Ûgûr Kaymaz rakirin û êrişî çand û bîra me kirin. Bi demografiyê dilîzin. Êdî eşkere ye ku pereyê ji bêrîka gel derketine, çawa belav dikin.”

POLÎS Û LEŞKERAN DIXIN KAR

Kûday diyar kir şaredariya qeyyûm ji bo asîmîlekirina cewhera Mêrdînê û qetandina ji kokê wê hatiye avakirin û got “Di şaredariyên qeyyûm de hemû kadroyên rêveberiyê ji bajarên wekî Çorûm û Yozgatê hatine. Di şaredariyan de bi dehan serokatiya daîreyan dane wan. Kesên berê leşker û polîs bûne yan jî kesên ji wê peywirê îstîfa kirine jî di şaredariyan de wan îstîhdam dikin. Ji ber vê rêveberiya xerab û şaredariya li ser esasê rantê kesên dengê xwe dane AKP’ê jî êdî nêzî partiya me dibin.”

GEF LI ROJNAMEVANÊN HERÊMÎ TÊ XWARIN

Kûday diyar kir ji gelên din jî mirov nêzî HDP’ê dibin û got “Mirov tên van tiştan ji me re dibêjin. Rojnamevanên di çapemeniya herêmî ya Mêrdînê de jî vî tiştî dibêjin. Saziyên çapemeniyê yên ku her roj reklama AKP û qeyyûm dikirin jî êdî diyar dikin ew jî nikarin rastiyê veşêrin lê ji ber ku gef li malbatên wan tê xwarin, ew nikarin van tiştan binivîsin.”