AKP çav berda keleha Wanê

AKP keleha Wanê kire qada şantiyeyê, bi navê parastinê di nav betonê de hiştiye.

Keleha Wanê van demên dawî ji nişka ve ji bo AKP'ê 'qedr û qîmet'ê wê zêde bû. AKP bi bayê bezê ji bo Keleha Wanê biryara parastinê da û hema di pey re li dora kelehê ji bo ku bike 'baxçeya milet' û 'parka milet' dest bi xebatan kir. 

Dora kelehê bû weke şantiyeya înşeatê, dar û berên li dora kelehê têne rakirin û ziyaneke mezin dide hawîrdorê.

Têkilî mijarê Serokê Wan Çev-Derê (Komeleya Hawîrdorê) Alî Kalçik got hikûmet a ku pêşî Keleha Wanê kirî ber parastinê keleh neparastiye û niha jî keleh kiriye qada şantiyeyê. Kalçik diyar kir dema xebatên înşeatê ya li dora kelehê avaniya sirûştî ya li dora kelehê tê tinekirin. Kalçik got, ''Keleha Wanê bi hêviya gencîneger û pêgirên madeyên hişbir ve hiştin, keleh bû hêlîna xiltan. Keleha Wanê ti caran weke berhemeke dîrokî nehate dîtin.

Li başûrê Keleha Wanê baxçeyê horhorê heye û bi asta yekê qada sît e. Ji îmarê re nayê vekirin û qada milkiyeta taybet e. Niha li vir şengebî û darberû têne irîn. Mizgeft û medreseyên li Tûşbayê bûne xirbe. Dema ku mirov li kelehê dinere dilê mirov dişewite. Li wir hemû cihên dîrokî kirin xirbe.''

Kalçik her wiha got, ''Parastin kirin neparastin'' û wiha domand: ''Dora kelehê bi temamî girtin. Qada li başûr çima vala hiştin. Li wir dar û devî hene, qade hêşîn e. Hema li başûr 'baxçeyê milet' çêdikin. Îhaleya vê jî wê were kirin. Dora wê bi keviran tê pêçan. Bi navê parastinê tê talankirin. Keleha Wanê dikin qadeke bazirganî.

Dora wê bi têlên direhî pêçane. Niha jî ji aliyê rojhilat ve digirn, ji aliyê başûr ve vekirî dihêlin. Em nizanin bê ka xizmetê ji çi re dikin. Çima li dora çiyayê Erekê parkê çênakin lê dar û deviyan tine dikin. Evder cihê lixwezêdekirinê ye. Dawî li milyonan jiyanê tînin. Tiştekî wiha bi hovîtî dikin.''