Ajanekî 'bi tecrûbe' yê MÎT'ê li Babê hate kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku 'ajanekî xwedî tecrûbe' yê li Babê ji dewleta Tirk re dixebitî hatiye cezakirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ajanê navborî li Efrînê cihê xwe di êrîşa dijî sivîlan de jî girtibû.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ajanekî dewleta Tirk ê ku li Efrînê sivîl kuşt û êşkence dikir, li Babê hatiye girtin û cezakirin.

Daxuyaniya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê wiha ye:

"Li rex zêdebûna çalakiyên şervanên me li dijî leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrîn, Idlibê, Ezazê û hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê, vê dema dawî hin kesên xayîn ku danûstandinê bi dagirkeriya Tirkiyeyê re dikin derketin û hewl didin ajantiya dualî bikin. Van xayînan xwestin şervanên me bixapînin û di heman demê de danûstandinê bi dagirkeran re dikin, da ku destdirêjiyên qirêj der heqê gelê me de pêk bînin. Me weke Odeya Çalakiyan a Xezeba  Zeytûnê girêdayî vê mijarê gelek daxuyanî weşandin û me evan xayîn hişyar kirin ku destdirêjî û kirinên xwe rawestînin. Me gelek caran piştrast kir ku şervanên me di asta herî jor de baldar in ku dikarin van xayînan eşkere bikin û ceza bikin. Lê hin ji van çeteyan hewldanên xwe yên xapandin didomînin û bûne amûrên qirêj di destên dagirkeran de.

Yek ji van çeteyan kesê bi navê Ehmed Zekeriya El-Mihemed e û weke ajanekî pispor li ba dagirkeriya Tirkiyeyê li herêmê dixebitî û agahiyên istixbaratî û navên welatiyên sivîl ên Efrînê berhev dikirin da ku der heqê wan de sûcdariyan pêk bîne û çalakiyên kuştinê pêk bîne. Vî ajanî û komeke çeteyên li rex wî rêze kuştin der heqê sivîlan de pêk anîn.

Şervanan tevgera xayîn Ehmed El-Mihemed ji nêz ve li Babê şopandin û piştî ku girtin û li xwe mukur hat şervanan di 16'ê Îlona 2018'an de ew kuştin.

Em weke odeya çalakiyan a Xezeba Zeytûnan, em careke din van xayînan hişyar dikin ku her çiqas baldar bin wê bêne eşkerekirin û wê bêne cezakirn. Em piştast dikin ku em ê çalakiyên xwe heta ku dadgehên sivîl ên Efrînê ji nû ve ji aliyê welatiyên wê û rêveberiya xweser ve tên avakirinê berdewam bikin. Em hemû xayînên ku me girtine radestî van dadgehan bikin da ku bêne cezakirin."