Adiyaman: Berxwedana 14'ê Tîrmehê 15'ê Tebaxê afirand

Adiyaman: Bi îradeya ku li zindana Amedê hate nîşandan re dewleta Tirk têkçûna xwe qebûl kir. Piştî Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê pêngava 15'ê Tebaxê dest pê kir.

Ji fermandarên Hêzên Parastina Gel (HPG) Şiyar Adiyaman der barê salvegera 37'an a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê axivî û got, "Di pêvajoya darbeyê de ya bi serkêşiya Kenan Evren hate kirin, liv û tevgera şoreşgerên Tirkiyeyî, avakirina rêxistinê ji aliyê Rêber Apo ve û berxwedana li Hîlwan û Sêweregê di heman demê de pêk hatin."

Adiyaman kadroyên pêşeng ên PKK'ê û berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi bîr anî û got, êşkence û kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li dijî wan hatin kirin, di şexsê wan de ji bo çavtirsandina gelê Kurd û tinekirina gelê Kurd bû.

Adiyaman got, "Bi îradeya ku li zindana Amedê hate nîşandan dewleta Tirk têkçûna xwe qebûl kir. Piştî Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê pêngava 15'ê Tebaxê rû da. Eger 15'ê Tebaxê îro ji aliyê gel ve bi rengekî bi heybet tê pîrozkirin, ji ber wateya xwe ya hilanîna tola 14'ê Tîrmehê ye. 15'ê Tebaxê tolhildana kiryarên li zindana Amedê ye."

Adiyaman bal kişand ser lîstikên li Başûrê Kurdistanê tên lîstin û got, "Gelê Kurd bi êşkence, bi qirkirinê neqediya ye, naqede jî. TC hîn li Başûrê Kurdistanê bi hin hêzan re hevkariyê dike, êrîşên faşîzan dike, dagirkeriyê dike, talanê dike û êrîşî çiyayên me, hevrêyên me dike. Gelê Başûrê Kurdistanê yek ji wan gelan e ku gelekî êş kişandiye. Bi komkujiya Enfalê, bi Helebçeyê xwestin tine bikin, lê belê gelê Başûrê Kurdistanê bi kevneşopî û nirxên xwe ve girêdayî ye. Ti carî qirkirin, komkujî qebûl nekiriye, qebûl nake. Bi bikaranîna pêşmergeyan dixwazin Kurd bi destê Kurdan bên kuştin. Kincên pêşmergeyan li xwe dikin, êrîşî hin deveran dikin û bi lihevkirina bi PDK'ê re hewl didin li hin giran bi cih bibin. Divê gelê Başûrê Kurdistanê vê bibîne. Divê vê yekê qebûl neke."

Adiyaman der barê şehîdxistina Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) got, "Divê were zanîn ku wê ji hemû hêzên para xwe di komkujiyê de heye hesab bê pirsîn."