Aborînas Tûnç: Hikumet krîza aboriyê bi rêya şer dinixumîne

Aborînas Ramazan Tûnç polîtîkayên aboriyê yên dewleta Tirk nirxand û got, "Hikumet dixwaze krîza heyî ya aborî bi rêya şer binixumîne."

Ji ber êriş û şerê dewleta Tirk ê li dijî Kurdan û têkçûna polîtîkaya derve, aboriya Tirkiyeyê serberjêr bûye. Dagirkeriya li Lîbya û Başûrê Kurdistanê, êrişên li van herêman weke polîtîkayeke ji bo nixumandina vê rewşa nebaş a aboriyê tê nirxandin. Aborînas Ramazan Tûnç têkildarî vê polîtîkaya desthilatdariya AKP-MHP'ê axivî.

Tûnç diyar kir ku li Tirkiyeyê ji sala 2015'an ve krîzeke giran a aborî, civakî û sîstema demokratîk heye û destnîşan kir ku krîza navborî sala 2017'an hîn bêhtir xwe nîşan da.

Tûnç bi bîr xist, hikumeta heyî sala 2017'an gotina 'krîzê' qedexe kiriye û anî ziman, analîzên li ser rastiya pirsgirêkê jî weke 'gotinên bi nêta nebaş' tên pênasekirin.

Tûnç ragihand, di rewşa heyî de êdî wezîrên hikumetê jî balê dikişînin ser krîzê û got, "Krîz bi tunehesibandinê çareser nabe. Ji aliyê nirxên dowîz, hejmarên bêkariyê, stoka deynê derve û nîşaneyên aboriya makro ya giştî ve hikumet êdî nikare vê krîzê binixumîne. Tenê amûrek di destê wan de maye, ku ew jî hewl dide di ser medya civakî re krîzê binixumîne. Vê yekê jî bi şerê li Lîbya û Sûriyeyê, bi sorkirina aloziya li rojhilatê Derya Spî dikin."

Tûnç diyar kir, krîzê bandora herî giran li mirovên xebatkar kir û got, "Niha 8 milyon kes bêkar bûne. Bûyerên li qada siyaseta derve diqewimin, polîtîkayên şaş ên aboriyê yên hikumetê hewldana ji bo nixumandina krîzê ye. Her wiha divê ji aliyê pirsgirêka Kurd ve jî polîtîkayên aboriyê bên nirxandin.

Em dibînin ku hikumet têkildarî pirsgirêka Kurd ji aliyê ewlehî, tundî û şer ve gavan diavêje. Dema ku vê dike, komikekê xwedî dike ku ew komik xwe ji şer xwedî dike. Ji ber ku polîtîkayeke welê dimeşîne ku bi milyaran dolarî dide pîşesaziya şer û parastinê. Mînak, sala 2015'an piştî ku hevdîtinên li Îmraliyê hatin birîn, hatineya milî ya nesafî ya Tirkiyeyê bi 250 milyar dolarî kêm bû. Ji ber ku eger hûn pirsgirêka Kurd bi polîtîkaya şer û ewlekariyê binirxînin, hingî divê hûn maliyeta wê jî bidin ser pişta xwe. Ev maliyet jî tê wateya biçûkbûn û kêmbûna aborî, kar û hilberînê."

Tûnç ragihand, krîza aboriyê ya bi şewba Covîd-19 girantir bû, hewl tê dayin bi polîtîkayên şer ji holê bê rakirin û got, "Nîşaneya herî berbiçav a vê yekê jî tevgera leşkerî ya li Başûr e. Hikumeta heyî bi vê ykeê dixwaze du tiştan bike; ya yekemîn, artêşê bi şer re mijûl bike û kapasîteya artêşê ya ji bo destwerdana li krîzên navxweyî kêm bike.

Ya duyemîn; hewl dide krîza heyî bi rêya şer binixumîne. Nêzîkatiya ewlekariyê ya hikumetê, ji ber ku hewldana ji bo tepisandina civakê ye, tundiya leşker û polîsan jî rewa dike. Di bingeha van hemûyan de zexta ji ber aboriyê heye. Ji ber vê yekê hikumet hewl dide bi şer û tundiyê rojê rizgar bike. Lewma xwespartina li rejîmên totalîter bi kêr nayê. Berevajî, çareseriya pirsgirêkên aboriyê bi çareseriya meseleyên mîna pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk dibe."