Ûca: Azadiya Ocalan çareseriya pirsgirêka Kurd e

Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca diyar kir ku her kesî rola Ocalan a pêvajoya aştiyê dît, lewma piştevaniya kampanya 'Azadî ji Ocalan re' dikin û got, "Ji Emerîka Latîn heta Ewropayê, li tevahiya cîhanê daxwaza azadiya Ocalan dikin."

Parlamentara HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca bi rasthatina 23’emîn Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand ser rola Ocalan a çareseriyê de û kampanya ji bo azadiya Ocalan li Ewropa û cîhanên tê meşandin.

Ûca anî ziman ku her kes îro daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, piştevaniya kampanya ji bo azadiya wî hatiye destpêkirin dike. 

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca destnîşan kir ku eger îro hê jî komplo û tecrîd didome, dewletê Ewropa ji ber berjewendiyên xwe piştevaniya Tirkiye dike.

‘HÊZÊN DI KOMPLOYÊ DE CIH GIRTIN BÛN SEDEMÊ TECRÎDÊ’

Ûca komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikim û got: “24 sal li ser komployê re derbas bû, lê hê jî komplo weke roja xwe ya yekem di rojevê de ye. Ji ber dewletên di nava komployê de cih girtinî kesên bû alîkar ku komplo navnetewî pêk bê, bûne sedem ku tecrîda giran a li Îmralî tê kirin; berpirsê tecrîdê ne. Heman demê dewletên di wê demê de, hem li pêvajoya Yewnanistan, hem pêvajoya Îtalya û Kenyayê cih girtin, bûn sedemê ku komplo pêk were û çareserî pêk neyê.

'24 SAL KOMPLO DERBAS BÛ JÎ, NIKARIN RAMAN Û MANÎFESTOYA OCALAN REHÎN BIGIRIN'

Parlamentara HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca ev nirxandin kir: “Ev pêvajo hemû jî bi siyasî ve girêdayî ye. Ne tenê li dijî raman Birêz Ocalan e, heman demê li dijî manifestoya netewa demokratîk ku em dikarin bêjin, dewletên ku alîkarên Tirkiyeyê yen, ev komploya navneteweyî pêş xistin, manîfestoya netewa demokratîk red kirin. Îro jî em dibînin, tevî hemû van siyaseta ku îro tevahî dewletên Konseya Ewropa û Yekîtiya Ewropane, yên xwedî li mafên girtiyan derdikevine, em dibînin heman hişmeniya 24 sal berê hîn jî berdewam dike. Tecrîda giran li Îmralî, parêzer nikarin biçin hevdîtinê bikin, malbat hevdîtin nikarin. Heman demê hemû maf ji dest hatiye kirin, ev tê wateya berdewamiya komployê ye. Ev jî wisa dixuyê ku siyaseta neçareseriya pirsa Kurd, bi xwe jî pêvajoya komploya navneteweyî sedemên neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ji ber ku berjewendiyên van dewletan, berjewendiyên aborî, çek ev yek naxwazin pirsa Kurd çareser bikin. Tecrîda îro heyî li ser vî esasî ye. Ji ber vê yekê wisa digirim dest. 24 sal li ser komployê re derbas dibe, 24 sal ramana birêz Ocalan manîfestoya netewa demokratîk nikarîbûn rehin bigirin. Birêz Ocalan din ava 24 salan de, weke pêşengekî raman jiyana azad, ramana ji bo azadiya gelan, ramaneke ku li Rojhilata navîn çawa bê avakirin, li ser vî bingehî kar û xebat kir. Birêz Ocalan bi vê ramanê nekarî bê dîlgirtin. Ji ber wê yekê jî tecrîda giran li Îmralî dewam dike, ji ber ku hê jî dixwazin bi vê komploya navnetweyî pirsgirêka Kurd tine bikin û pêvajoya Îmraliyê jî nexin rojevê. Yan jî neçareserkirinê pêş bixin. Em jî li hemberî vê, tevî hemû rêxistinên dostane, dostên gelê Kurd, kesên ramanên Birzê Ocalan qebûl dikin, kesên ku heman demê bi me re li Konseya Ewropa û di hemû civînên xwe de li ser azadiya ramanên Birêz Ocalan, mafê wî, bikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin, kar dikin. Dîsa CPT’ê di rapora xwe de qala tecrîda giran a Îmraliyê dike. Ji xwe berspirsên vê rewşê ne. Ji ber vê yekê çareserkirina li Îmraliyê zemînê çareserkirina pirsa Kurd e. Lê ji ber berjewendiyên wan ên bi Tirkiye û firotina çekan a li ser Tirkiye û Ewropa. Dewletê Ewropa hê jî naxwazin pirsa Kurd çareser bikin, ji ber vê jî dixwazin rewşa Îmralî û tecrîda Îmralî dewam bike. Ji ber wê jî Ewropa û hemû dewletên ku di nava komploya navnetewî de cih digirin, bêdengiya dewletên endamên Konseya Ewropa û CPT’ê, berpirsa rewa li Îmralî heye. Tişteke li Îmralî biqewime, CPT û Konseya Ewropa berpirs in.”

‘DÎTIN KU ÇARESERÎ ÎMRALI YE JI BO WÊ DESTEK DAN KAMPANYAYÊ’

Parlamentara HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca bal kişand ser piştevaniya ji bo kampanya ji Ocalan re azadî û wiha pêde çû: “Kampanya bi pêşengtiya sendîkayên zêdeyî 6 milyon mirov li Îngîltintere Londonê destpê kir, bi dirûşma ‘Dem dema azadiya Ocalan e’ li tevahî cîhanê belav bûye. Ev kampanyayeke pir girîng e. Ji ber ku sendîkayên li Ewropa, gel, dostên Birêz Ocalan, dostên Kurdan ên li Ewropa fêm kirine ku raman Birêz Ocalan ji bo jiyana bi hev re, ji bo manîfestoya netewa demokratîk, dîsa ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, vîna Birêz Ocalan çiqasî girîng e. Dostên Kurdan, kesên ku ev kampanya dane destpêkirin, fam kirine û piştgirî dikin. Kampanyanyeke dîrokî û girîng e. Ji ber ku em dizanin rola Birêz Ocalan a sala 2013-2015’an çiqasî girîng bû ji bo çareserkirina pirsa Kurd. Di hevdîtina xwe ya dawî de gotibû, ‘ez dikarim di nava hefteyekê de pirsgirêkê çareser bikim.’ Dostên Kurdan jî dîtin ku bi rastî kesên ku ev kampanya dane destpêkirin, diyar kirin ku çareserî li Îmralî ye. Ji ber vê ev kampanya kampanyek dîrokî û heman demê jî, ji bo ramana jiyana azad a bi hev re, hemû gelên ku li vî welatî dijîn, dikarin bi hev re di nav vê jiyanê de tekoşîna bikin.”

‘JI EMERÎKAYA LATÎN BIGIRE HETA EWROPAYÊ Û CÎHANÊ HER KES DAXWAZA AZADIYA OCALAN DIKE’

Ûca ev nirxandin kir: “Li Tirkiye nîqaşa tecrîda Îmralî dikin, li Ewropa azadiya birêz Ocalan tê xwestin. Mixabin di rewşeke wiha de ne ku îro li Tirkiye hê jî pirsgirêka tecrîd li Tirkiye nebûye rojevek esasî, li Ewropa kampanyek bi daxwaza azadiya Birêz Ocalan tê kirin. Ji ber wê yekê pir girîngî didim vê kampanyê. Ji xwe ev kampanya hate destpêkirin, heman demê însiyatîfa ji bo azadiya Birêz Ocalan ev çend roj in, duh jî bi hevserokên giştî HDP’ê, DBP’ê û KCD’ê re bi rêya onlîne civiyan. Berê şandeyê hate Kurdistanê xwestin biçin Îmralî, lê destûr nedihate dayîn. Lê li vir tevlî hevdîtinên partî û rêxistinê siyasî re bû. Lê ji ber rewşa koronayê ev bername dewam bike. Ji bo wê ev 2 sal in bi rêya onlîne kar tê kirin. Azadiya Birêz Ocalan ji Emerîka Latîn bigire heta dewletên Ewropa û cîhanê, di Rojhilata Navîn de her kes behsa azadiya Birêz Ocalan dike. Ji bo wê divê bizanin raman Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan, ji Emerîka Latîn heta Rojhilata Navîn çiqasî girîng e. Dewletên Ewropa û rêxistinên Ewropa li vê dinêrin. Ji bo wê divê her kes xurtir xwedî li vê kampanyê derbikeve. Ji ber azadiya Birêz Ocalan, çareseriya pirsgirêka Kurd e. Azadiya Birêz Ocalan azadiya hemû gelên li vîr welatî dijîn. Bi taybet pêvajoya aştiyê ew îrade û sekna diyar kir, me fam kir ku vîneke gelek mezin ji bo çareseriyê pirsgirêka Kurd heye. Gel ku di Rojhilata Navîn de dijîn, bi vê ramanê, xwedî derketinek çiqas heye.”

‘AZADIYA OCALAN ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD E’

Parlamentara HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirsgirêka ku salan dewlet nikare çareser bike, anî ziman ku dikare bi hefteyekê çareser bike û got: “Dewletê bi salan bi şer û çekê xwest pirsgirêka Kurda tine bike û wisa biçe çareseriyê. Pirgirêka ku dewlet bi salan nikare çareser bike, Birêz Ocalan diyar kir ku dikare nava hefteyekê de çareser bike. Dema ku ev pirsgirêk di nava hefteyekê bê çareserkirin, çima em di nava hefteyekê de çareser nekin. Çima pêwîstî ewqas şer, operasyon û bi hezaran kes jiyana x we ji dest bidin û em bikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Azadiya Ocalan çareseriya pirsa Kurd e. Azadiya Birêz Ocalan krîza îro heyî li vî welatî yek jî neçareseriya pirsa Kurd û tecrîda giran a li Îmralî ye. Îro dema li rewşa siyasî ya Tirkiye binêrî encamê wê ye. ji bo wê bi azadiya birêz Ocalan, wê zemîna jiyana azad, ol û baweriyan a li Rojhilata Navîn pêk were. Azadiya Birêz Ocalan wê bibe yek ji sedemê demokratîk bûna Tirkiye û hemû welatên li Rojhilata Navîn bibe bingehek dîrokî.”