Şoxan Omer: Pêwendiyên civakî gelekî lawaz bûne, haya ferdên malbatê ji hev nîne

Şêwirmenda Karûbarên Civakî Şoxan Omer bal kişande ser zêdebûna pirsgirêkên civakî û got, "Pêwendiyên civakî ewqasî lawaz bûne ku êdî ferdên di nava malbatekê de ji hevûdu haydar nînin."

Di nava civaka Iraq û Başûrê Kurdistanê de rêjeya şîdet û kuştinê pir zêde bûye û veguheriye diyardeyeke rojane. Şêwirmenda Karûbarên Civakî Şoxan Omer ê ji bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê têkildarê sedemên zêdebûna vê diyardeya metirsîdar û çareseriyên wê ji ANF’ê re nirxand.

‘KUŞTIN ZÊDE BÛYE Û VEGUHERIYE DIYARDEYEKE ROJANE’

Şoxanê axaftina xwe bi vegotina rewşa heyî ya li civakê destpêkir û got, “Mixabin rojane em dibihîzin ku bûyerên kuştin û xwekuştinê di nava civakê de diqewimin. Mixabin rêjeya kuştinê zêde bûye û veguheriye diyardeyeke rojane. Zêdebûna rêjeya kuştin a di nava civakê de çavkaniya xwe ji çend sedeman digire û sedema herî bingehîn, nebûyîna goftûgu ya di navbera ferdên civakê de ye. Her wiha zexteke zêde li ser takên civakê heye û rêjeya bêkarî di nava civaka Iraqê de di asta metirsîdar de ye û berdewam jî zêdetir dibe.”

‘TAKÊN CIVAKÊ BI HÊSANÎ DIKARIN ÇEK PEYDA BIKE’

Şoxan Omer her wiha îşaret bi sedemên zêdebûna kuştinê ya di nava civakê de kir û wiha axaftina xwe domand; “Niha bi rengekî metirsîdar madeyên hişber di nava civakê de tê belavkirin û gelek kes bikar tînin. Ev yek dibe sedem ku mirov bêyî ku hişyar û agahdar be sûcan bike. Medyayên dîjîtal bandoreke zêde li ser zêdebûna pirsgirêkên civakî  heye. Di nava civakê de bi rengekî metirsîdar çek zêde bûye û takên civakê bi hêsanî dikarin çek peyda bikin.”

‘FÎLM Û RÊZEFÎLMÊN BIYANÎ ÇÊKERA CIVAKÊ TÊK DAYE’

Têkildarê bandora xirab ya fîlm û rêzefîlmên biyanî bi taybetî yên Tirkî ya li ser zêdebûna vê diyardeyê Şoxanê ev tişt anî ziman; “Bandora fîlm û rêzefîlmên biyanî li ser kesên bi temenê biçûk pir nerênî ye û mixabin wezareta rewşenbîrî ti sansorekê ji bo fîlmên biyanî çênake. Gelek caran ev rewş bûye sedem ku ciwan di bin navê heskirinê de dikujin yan xwe dikujin. Ev rewş ji ber tiştên ku di rêzefîlm û fîlmên biyanî de dibînin derdikevin. Her wiha ji hemû temenî li wan rêzefîlman temaşe dikin, em wek şêwirmenên karûbarê civakî li dibistanan, pir caran agahdar bûne ku keçên bi temenê pir biçûk ku hêj mijara heskiriyê nizane, lê ji ber temaşekirina wan rêzefîlman hewl daye ku heskirinê biceribîne. Jixwe di dawiyê de jî ji wan re dibe sedemê pirsgirêka civakî, yan jî çend car ji ber teşwîqkeriya di fîlman de hewla xwekujiyê didin.”

‘DAYIK Û BAV JI REWŞA ZAROKÊN XWE HAYDAR NÎNIN’

Şoxan Omer di dewamê de rexne li bê berpirsiyar nêzîkbûna hin dayik û bavan a li hemberî zarokên xwe jî girt û wiha pêde çû; “Peywendiya civakî ewqasê lewaz bûye ku takên di nava malbatê haya wan ji hevûdu nîne û her kes bi pirsgirêkên xwe re mijûle. Ji ber zêdebûna zextên jiyanê dayik û bav jî ji rewşa zarokên xwe haydar nînin. Heta eger hemû di odeyekê de bin jî, lê her yek li şûna ku şîretan li hev bikin, xwe bi telefonê ve mijûl dikin.”

‘KUŞTIN JI PIRSGIRÊKAN RE NE ÇARESERÎ YE’

Şêwirmenda Karûbarên Civakî Şoxan Omer her wiha rexne li nêzîkatiyên bêxem ên berpirsan yên têkildarê pêşî lêgirtina zêdebûna rêjeya kuştin û xwekujiyê di nava civakê de jî girt û axaftina xwe wiha bidawî kir; “Pêwîste çek bên kontrolkirin, lê mixabin beşek mezin ji wan çekên ku bi wan sûc tên kirin çekên ku xwedî destûr in. Pêwîste civak zêdetir bê hişyarkirin ku kuştin ji pirsgirêkan re ne çareserî ye. Pêwîste yasaya kuştinên di bin navê paqijkirina namûsê tên kirin nemîne, danîna sansûrê li ser medyayên dîjîtal pir girînge. Her wiha ji bo zêdetir civak bê hişyarkirin pêwîste li tevahî dibistanan şêwirmendên karûbarên civakî hebe ji bo ku civak ji qonaxên seretayî ve bê perwerdekirin.”