Şiyar Şevger: Di sala nû de ji bo azadiya Rêber Apo tişta hewce em ê bikin

Ji fermandarên YRK'ê Şiyar Şevger diyar kir ku di sala nû de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin, wê êrişên li ser gelê Kurd bi têkoşîna xwe ji holê rakin û bersiva pêwîst bidin.

Yek ji fermandarê YRK’ê Şiyar Şevger ragihand ku wan civîna nirxandina sala 2021’an kirine û wan encamên girîng ji civîna xwe derxistine. Şevger  diyar kir ku di sala nû de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin wê êrişên li ser gelê Kurd bi têkoşîna xwe ji holê rabikin û bersiva pêwîst bidin.


Şevger got, ‘’Di sala 2022’an de li gorî sala berê kêm û kurtiyên me yên derketine, me anîn ser zemîna bîreweriyê, di kîjan milan de di asta rêxistinkirina gel, tevgerîna gerîla de me kêmasî kirine,me derxistine ser zemîna bîreweriyê. Me ev giştî nirxandiye. Li hemberî vana rexne û rexnedayîn pêş ketiye. Di kîjan milan de me nekarî rola xwe bilîze, em bi rexnedayîn nêzîk bûn. Li ser van esasan me civîna xwe ya salê pêk anî. Ji bo di sala 2022’an de weke hêzên Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê em ê xwe çawa amade bikin, li gorî şerê serdema nû em ê çawa têkoşîn bimeşînin û şer bikin, nirxandinên girîng pêş ketine. Her gerîlayê Rojhilatê Kurdistanê ew ê çawa rola xwe bilîze, me bi berfirehî nirxand, di vê mijarê de rexne û rexnedayînên pêwîst pêşketin û encamên girîng çêbûn. ‘’

Nirxandina giştî ya Fermandarê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger wiha ye:

‘’Sala 2021’an Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê, bi biharê re plansazî û rêbazên wê çawa li Rojhilatê Kurdistanê têkoşînê têbikşin danîn. Bi çarçoveya vê plansaziyê me karê xwe kir. Ji bo Rojhilata Navîn, sala 2021’an bi şerê mezin derbas bû. Ev şerên giran çi bûn, çawa hate kirin. Bi her awayî li ser gelê Kurd hatin meşandin, li ser Rêber Apo, Tevgera Azadî û gelê Kurd ku dixwaze bi jiyaneke azad û rûmet bijî hatin meşandin. Dewletên dagirker bi hemû hêzên xwe, bi teknolojiya herî pêşketî, li ser gerîlayên Kurdistanê dan meşandin. Di van êrîşan de dewletên qirker bin ketin, nekarin serkeftinê bi dest bixin. Ciwanên Kurd bi her awayî ji bo dijmin bin bixin, berxwedaniyeke di asta herî jor de meşandin. Gerîlayên Apoyî ev nîşanî herkesî dan û dîrokek nivîsandin, di dîrokê de mînakeke bi vî rengê çênebûye. Lewma ji bo rûmeta mirovatî berxwedaniya hate meşandin, ji aliyê herkesî ve hate dîtin. Me gotibû, dijmin van êrîşên xwe li ser esasî gelê Kurd bi tu awayî qebûl nake, dan meşandin. Yanî asta vê êrîşê em dikarin wisa rehetî bêjin ku bi desteka hêzên navnetewî bi taybet bêdengiya heyî û desteka NATO ya bi teknolojiya herî pêşketî û çekên qedexekirî li ser gerîlayên Kurdistanê êrîşek anîne. Vêya nîşan dide ku fikr û felsefeya Rêber Apo çi qas mezin e û ji bo xwe weke xeterî dibînin û nahêlin bi tu awayî gerîlayên azadiya Kurdistanê ku bi vê fikr û felsefeyê têkoşîn dimeşînin, hebûna wê hebe.

Em dizanin ku krîz û pêxirtengiya ku Rojhilata Navîn dijî, sîstema Rêber Apo mîna dermanekê ye, yanî çareseriya wê ya esasî ye. Ji ber ku di roja me ya îro de em dibînin ku herkes dikare xwe di nav vê sîstemê de îfade bike û bijî. Yanî di vê sîstemê de herkes li ser koka xwe, çand û ferhenga xwe bi rengekî azad dikare jiyan bike. Îro gelê herêmê bi vî rengî nêzîk dibin û dixwazin di vê sîstemê de cih bigirin. Dijmin nikare vêya hezm bike, qebûl nake. Lê em dizanin serdema van sîstemên klasîk, statûkoparêz, dîktator û dagirker derbas bûne. Pêwîstî guherîn û veguherîneke rast heye, gelê Rojhilata Navîn êdî nikare vêya qebûl bike, tehamûl bike. Civak her ku diçe êdî dibîne û dizane ku ev sîstemên heyî nikarin tu çareseriyê pêş bixin û tenê pirsgirêkan kûr dikin. Lewma civak di nava lêgerînan de ne û li hemberî vana têkoşîna xwe bilind dikin. Ji ber wê ew ê sîstema sermayedarî li Rojhilata Navîn bi berxwedaniya gelan bin bikeve. Ew ê bi fikreke azad bin bikeve. Îro  bi vê wateyê  Tevgera Azadiya Kurdistanê bi berxwedanî û fikreke azad li hemberî vê sîstema sermayedar, dîktator û statûkoparêz, disekine, têdikoşe. Yanî tu hêzeke ku xwe weke çareserî nîşan dide ku rastiyan wan derketiye holê nikare ji bo pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn çareseriyek pêş bixin, îro fikr û felsefeya Rêber Apo, têkoşîna gerîlayên Kurdistanê rastiya wan hemû derxistiye holê û weke sîstemeke alternatîf dikare ji krîz û pêxirtengiya ku gelan dijîn re bibe çareseriyeke rast. Bi rengekî dinê dehan sal in, hemû sîstemên bi nêzîkatiya kapîtalîst û bi rengên cûda li Rojhilata Navîn bûne desthilatdar krîzê kûrkirin, qetlîam pêkanîn, wêdetir tu encamekê bi xwe re neanîne û ew ê neyne jî. Yanî bi kurtasî em dikarin bêjin ku dijminên dagirker di sala 2021ê de bin ketin. 
Di sala 2021ê de li Îranê hilbijartin hebû, şûna Rûhanî, Îbrahîm Reîsî hate ser kar. Bi hatina Reîsî di sîstema dewleta dagirkerê Îranê de, li ser civaka Îran û Kurdistanê tu guhertinek çênebû. Berê Rûhanî çi bû, Refsancanî çi bû, Xatemî çi bû, Ahmedî Nejad çi bû, Reîsî jî heman tişt e. Beriya wan jî heman tişt hebû. Siyaseteke wan ji bo gelê Kurd ku weke gelek nas bikin, gelê Îranê, gelê demokratîkxwaz, gelê ku bikare siyaseta xwe bimeşîne tu guhertinek pêk neaniye. Reîsî jî heman tiştî didomîne. Civaka Îranê, ambargoya di dema şerê Iraq û Îranê de çêbûye, heta roja me ya îro berdewam kiriye, ambargoya li ser Îranê, di rastî de Îranê xistiye nav dorpêçeke mezin. Îran di dorpêça krîza aborî, civakî û siyasî de dijî. Ji bo xwe ji vê dorpêçê xilas bike, têkoşîn dimeşîne. Bi dewletên derdorê xwe, cîranê xwe di nav hewldana ji vê dorpêçê derketinê de ye. Eger dewleta Îranê nikaribe bi van dewletan re li hev were, peymanan çêbike, krîza heyî kûrtir bibe û berdewam bike. Encam û bandorên vê rasterast li ser civakên Îranê û Kurdistanê dike. Lê dema em dinêrin qaşo Reîsî dixwaze hin guhertinan bike, dema em li van guhertinên li ser civakên Îran û Kurdistanê dinêrin, leşkerî ne. Niha li gelek hostan û bajarên Îranê digere, çû Sine, Kirmaşan, Îlam, Xuzîstan, lê ne ji bo çareseriya pirsgirêka gelên vir çûye, pratîka heta niha derketiye holê vêya bi vekirî nîşan dide. Niha em dema civaka gelê Kurd temaşe dikin, di asta herî jor de feqiriyek dijî, gel birçî tê hiştin. Eger guhertinek tê xwestin were kirin, ev ne bi derve re mijûlbûn, rasterast bi civakê re mijûlbûn re pêş dikeve. Ji pirsgirêkên civakê re bûyîna bersiv ve çêdibe. Yanî tişta derdikeve çi ye, weke ku me li jor jî anî ser ziman, tenê kes têne guhertin, lê divê em bizanin, gelê me yê Îran û Kurdistanê bizane ku Reîsî tu guhertinekê nikare bike û neke jî ji ber hatina wan a li ser desthilatdariyê tu carî li ser van esasan nebûye.

Mesela Xameney radibe û dibêje “ez dewletê rexne dikim, çima dewlet pirsgirêka aboriyê çareser nake, çima pirsgirêka avê ya felan hostanê çareser nake?” lê em baş dizanin, Reîsî di spayê pasdaran, îtlaatê de cih girtiye, bi pejirandina Xameney hatiye ser kar, rasterast ji bo pêkanîna fikrê wî (Xameney) li ser kar e. Gelo em bipirsin, ev rexne ji bo kî ye?, di vê rexneyê de armanca wan çi ye? Dixwazin têgihiştineke çawa ava bikin?. Yanî gelê me di zanebûna vê de be ku eger bixwazin bi talîmatek dikarin van pirsgirêkan çareser bikin, lê nakin. Weke polîsê baş, polîsê xirab rol dilîzîn, dixwazin serê gelan tevlîhev bikin. Siyaseta wan a vê serdemê, siyaseteke leşkerî ye, piştî vê şûnde jî heman siyaset ew ê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bimeşe. Yanî divê em bi van siyasetan neyên xapandin, qebûl nekin. Reîsî tê û diçe, dibêje ez ê guhertinan çêbikim, nizanim ez ê çi bikim. Lê pratîka derketiye, bi tevahî milîtarîzekirina civakê ye, serkutkirina gelan e. Bi taybet di salên dawî de hema hema hemû saziyên dewletê, ketiye bin kontrola sipayê pasdaran, li ser civakê terorê dimeşîne. Em dizanin di asta navnetewî de sipahî pasdaran weke rêxistineke terorê tê naskirin. Derveyê artêş, artêşeke paralel a terorîstî ye, yanî em dikarin bêjin ku siyaseta Îranê, sipahî pasdaran diyar dike. Eger parlemento nikaribe siyaseta xwe diyar bike, şûna wê sipahî pasdar diyar bike, ev nîşan dide ku di wir de sîstem û desthilatariyeke leşkerî bi rêve diçe. Yanî sîstemeke civakê nîn e, ji bo gelan nîn e.

Mesela di sala bihurî de derket, êdî hewldaneke mezin didin ku hemû mûxalîfên xwe ji holê rabikin û tasfiye bikin. Li ser mûxalefeta Kurdan, Komela û Demokrat hatin. Ew topbaran kirin, xwest wana tune bike, li ser hêzên me êrîşên hewayî û li qada Rojhilat operasyon çêbûn, şehîdên me çêbûn. Em dizanin gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, baweriya xwe bi fikr û felsefeya Rêber Apo heye, lewma PJAK, yekîneyên parastina Rojhilatê Kurdistanê weke pêşengê xwe dibîne û li ser vî esasî beşdar dibe. Em weke civak, gel dixwazin li ser kokê xwe bijîn, bi çand û ferhengê xwe bijîn, bi gelên din ên Îranê re di nav sîstemeke demokratîk û azadî de bi hev re bijîn. Gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê jî îro li ser van hedef û armancan têkoşîna xwe dimeşîne. Lê dewleta dagirker vêya qebûl nake. Yekî ku rabe bêje, ez dixwazim ji bo gelê xwe siyaset bikim, vê sîstema dagirker tê wî digire û îdam dike, bi vî awayî dixwaze tu kes behsa mafê xwe yê gerdûnî û rewa neke. Lê dema yek rabe, madeyên hişbir bi kar bîne, bêexlaqî bike, heta dawî ji bo wana destûr dide û li hemberî van kesan bêdeng dimîne. Yanî civak çi qas derveyê exlaq bijî, tê de perçebûn çêbibe, ew dikare li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Tişta ku vê sîstem û zihniyeta dagirker û qirker dixwaze ev e. Bêexlaqî çi ye, pêşxistina madeyên hişbir, tecawiz, nenaskirina hebûn û nasnameya te ye. Yanî weke cewherî bi tu awayî naxwaze tu azad bijî, bêexlaqiya herî mezin îro tê meşandin li ser vî esasî ye. Hebûna te encax bi rengê ku ew dixwaze dikare pêk were, derveyê vê ne mimkun e ku kesî bikaribe bi reng û cewherê xwe di vê sîstemê de bijî. Mînaka vê ya herî dawî jî me dît, dema mamosteyek got ez dixwazim bi zimanê Kurdî perwerde bidim, wan ew xist zîndanê, 5 sal ceza dayê. Bila tu kes nebêje, herkes dikare bi zimanê xwe li Îranê biaxive, Îran tu astengiyek dirust nake. Ev ji xapandineke wêdetir tiştekê dinê nîn e. Yanî di sala 2021’ê de êrîşeke herî mezin li ser civaka Rojhilatê Kurdistanê hate meşandin û hate xwestin ku civak bi tevahî ji cewherê xwe dûr were xistin, bi tirs, kuştin û birçîtî were terbiyekirin.

Dîsa tevî ku pêvajoya agirbestê hebû, di sala 2021’ê de li hemberî hêzên me operasyon û êrîş pêk anîn. Bi rêya kontra, kemîn xwest darbe li me bide û di van êrîşan de hevalên me şehîd ketin. Her çi qas me di vê pêvajoyê de hewl da li gorî şertên agirbestê tevbigerin jî dewleta dagirker û qirker nêzîkatî raber nekir; tevî em bi hesasiyeteke mezin nêzîk bûn, di aliyê hin kesên hevkar ên di milê Îranê de hate xwestin ku tevliheviyan çêbikin. Em tevî tevgerekî leşkerî ne jî eger pirsgirêk bi rêya diyalog û siyaset were çareserkirin, em li gel wê ne. Em ji bo civak û gelê xwe biparêzin hene û heta dawî bi vê erk û berpirsiyartiyê tevdigerin. Niha sedan hevalên me di asta pisportî û profesyoneltî xwe amade kiriye û li gorî serdema nû amadekariyên xwe dike û heta dawî ji bo parastina gelê xwe amade tevdigere. Helbet di şer de, her sal guhertin çêdibe. Şerê sala 2020, 2021 û 2022’an em nikarin weke hev bigirin dest. Di şer de pêşketin çêdibe. Şerê îdeolojîk, şerê leşkerî çawa were meşandin, em jî xwe tê de kûr dikin û li ser disekinin. Weke hêzên YRK’ê, PJAK’ê em xwe li ser vî esasî rêxistin dikin, amade dikin, ji bo rewşên pêş bikevin, amadekariyên me pêş dikevin. Di esas de em rêxistinkirina gelê xwe esas digirin. 
Di sala 2022’an de li gorî sala berê kêm û kurtiyên me yên derketine, me anîn ser zemîna bîreweriyê, di kîjan milan de di asta rêxistinkirina gel, tevgerîna gerîla de me kêmasî kirine,me derxistine zanebûnê. Me ev giştî nirxandiye. Li hemberî vana rexne û rexnedayîn pêş ketiye. Di kîjan milan de me nekarî rola xwe bilîze, em bi rexnedayîn nêzîk bûn. Li ser van esasan me civîna xwe ya salê pêk anî. Ji bo di sala 2022’an de weke hêzên Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê em ê xwe çawa amade bikin, li gorî şerê serdema nû em ê çawa têkoşîn bimeşînin û şer bikin, nirxandinên girîng pêş ketine. Her gerîlayê Rojhilatê Kurdistanê ew ê çawa rola xwe bilîze, me bi berfirehî nirxand, di vê mijarê de rexne û rexnedayînên pêwîst pêşketin û encamên girîng çêbûn.

Di sala nû de ji bo azadiya Rêber Apo pêk bînin, êrîşên li ser gelê me tê meşandin, em ê bi têkoşîna xwe ji holê rabikin û bersiva pêwîst bidin. Bi bîr û bawerî, bi hêz û îman em ê çawa têkoşînek bimeşînin, me di civîna xwe de nirxand. Dîsa li gorî hesasiyeta pêvajoyê, em ê çawa bi rengekî gerîlayê pispor û profesyonel nêzîkatî raber bikin, derxist holê. Ji ber vê yekê bila tu kes nebêje, gerîla zeyif bûye, nikare tiştek bike. Her roja ku derbas dibe, gerîla xurtir dibe. Dijmin dibêje, me gerîla zeyif kiriye, tu kes tevlî gerîla nabe, gerîla nikare têkoşîneke xurt bide meşandin, lê berovajî vê ref bi ref ciwanên Kurdistanê, tevlî gerîla dibin da ku li hemberî dagirkeriyê şer bikin. Em dibînin ku jin û ciwanan erka ku dikeve ser milê wan di ferqa wê de ne û bi wê zanebûnê ref bi ref tevlî gerîlayên azadiyê Kurdistanê dibin. Bi taybet jî beşdarê PJAK’ê, YRK’ê dibin. Derveyê vana me di sala bihurî de hin qehremanên me yên mezin şehîd bûn, heval şehîd Şêrko, şehîd Sîrwan, şehîd Hêja, şehîd Rêvan, şehîd Ekîn, şehîd Ada şehîd bûn. Di ronahiya van şehîdên me yên qehreman de divê em di sala 2022’an de tevlîbûneke xurtir pêk bînin. Her çi qas îro dijmin pişta xwe bi teknîka xwe girêda be jî di gerîlayên Kurdistanê de fikr heye, bawerî û îman heye, di fikr û felsefeya Rêber Apo de israra jiyaneke azad heye. Em pir baş dizanin ku teknîka herî mezin însan bi xwe ye û li ser vî esasî em têkoşîna xwe dimeşînin û bimeşînin. Tu kes nikare li pêşiya şoreşgerên Kurdistanê astengiyê dirust bike. Helbet jiyaneke azad, bêbedel û bêberxwedanî nabe. Ji bo em gelê xwe azad bikin, em ê bedelan bidin. Di sala nû de li ser esasê sekna kadroyê Apoyî bi xurtî meşandin û li ser vî esasî xwe amadekirina me pêş dikeve.

Em dizanin Îran di nav krîzeke aborî, civakî û siyasî de ye, niha em dibînin mamoste serî hildidin, em serhildan û berxwedaniya mamosteyan slav û pîroz dikin. Divê mamoste yekîtiya xwe çêbikin, xwe rêxistin bikin, xwedî li mafê xwe yê rewa derkevin. Sala 2022’an ew ê bibe sala xwe rêxistinkirina dînamîkên civakê. Ji ber ev krîza heyî bihurandin û li hemberî vê zihniyetê rawestîn, tenê bi yekîtiya xwe avakirin û xwe bi rêxistinkirinê re dikare were pêkanîn. Gelê me yê Belûc, Ereb, Azerî divê xwe li ser vî esasî amade bikin û rêxistin bikin. Jixwe dema em dinêrin civakên me yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi sekna xwe vî tiştî nîşan didin, helwesta pêwîst raber dikin. Em dizanin Îran di nav tengasiyeke mezin de dijî, eger dixwaze ji vê tengasiyê derkeve, divê bi rengekî cuda nêzîkatî raber neke. Lê îro pratîka derdikeve berovajî vê ye, li ser gel diçe, di nav gel de girtinan çêdike û wan dixe zîndanê. Bi payîzê ve bi sedan kesên bêguneh hatine girtin. Diyar e ku dewleta dagirker a Îranê ew ê vê helwesta xwe bidomîne, êrîşê li ser civaka me bike da ku bikaribe wan çavtirsandî bike. Di vê noxteyê de tişta girîng gelê me li hemberî van êrîşan, bêdeng nemîne, jê netirse û helwesta xwe nîşan bide. Bi taybet di sala 2022’an de gelên me yên li Îranê, Kurdistanê, jin û ciwanên me, dayikên me ji bo azadiya Rêber Apo xwe rêxistin bikin, çalakiyan li dar bixin û helwesta xwe raber bikin. Ji bo azadiya Rêber Apo çi dikeve ser milê me, em pêk bînin.

Ji bo sala 2022’ann, divê hemû hêzên Rojhilatê Kurdistanê, yekîtiya xwe çêbikin, em di serdemeke wisa de ne ku dijmin bi rengekî hovane bi ser me de tê, me tune dike, perçe dike, dixwaze bi awayî tu kes mafê gelê Kurd neparêze, li ser vî esasî divê em jî herî zêde di serdemeke wisa de yekîtiya xwe ava bikin û van dijminên dagirker ji holê rakin, tevgerên weke Komala, Demokrat û yên din, eger em dixwazin ji bo gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê têkoşîn bimeşînin, tişta herî bi nirx û baş di vê salê de em pêk bînin, yekîtiya tevgerên li Rojhilatê Kurdistanê pêkanîn e. Lewma em di vê mijarê de amade ne, her çi erk û berpirsiyartî bikeve ser milê me, em amade ne ku vana pêk bînin. Şûna ku em bi perçeyî tevbigerin, hêzên dinê li ser me kar bikin, bixwazin me bi kar bînin, mîna NATO û hêzên hegemonparêz, em bibin yek, yekîtiya xwe ava bikin; bi îrade, siyaset û îmana xwe, bi fikr û felsefeya xwe siyaseta xwe diyar bikin. Em xwe bi xwe rêve bibin. Di dehan salên derbasbûyî de deh hezaran şehîdên ku li Rojhilatê Kurdistanê çêbûne, ji bo em xwedî li wan derkevin, li ser şopa wan bimeşin, xewn û xeyalên wan pêk bînin, divê em yekîtiya xwe ava bikin. Di vê mijarê de divê her hareket destê xwe bixe bin kevir, bi şoreşgertiyeke rast tevbigere. Em dizanin ev wisa bi hêsanî pêk nayê, dijmin dê bixwaze astengî çêbike, hevkarên Kurdistanê nehêle ev yekîtî çêbibe, lê divê em bi israr û îradeya xwe tevbigerin û vêya pêk bînin. Encax wê demê em ê bikaribin li Rojhilatê Kurdistanê serkeftinê pêk bînin. Hemû daxwaz û xeyalên gelê me yê civaka Rojhilatê Kurdistanê ev e. Ev bibe çavkaniya hêz û moraleke mezin. Derveyê vê rêbazeke din li pêşiya me tune ye. Ev yekîtî şert e û em jî weke PJAK di vê mijarê de amade ne.

Me berê jî gotibû, bi taybet PDK ku di salên dawî de herî zêde hevkariya dagirkerên Kurdistanê dike ye û li ser vî esasî dijmintiya Tevgera Azadiyê û gelê Kurdistanê dike. Li ser vî esasî li Rojhilatê Kurdistanê jî kar dike, hin grûban li herêma Ûrmiyê çêdike. Me derbarê van grûban de gelê xwe yê Ûrmiyê hişyar kiribû, hin grûb hene, ji xwe re dibêjin hizbê Xebatkar, ev li ser Başqale, yan jî li ser mintiqaya Kotolê derbasî Mako, Xoy, Ûrmiye, Selmas û Soma Bradost dibin û dibêjin em ji bo gelê Kurd kar dikin, lê tu alaqaya wan bi gelê Kurd nîn e, divê gelê me yê wê herêmê bizane. Dagirkerê Tirk, MÎT bi xwe wana perwerde dike û dişîne wê derê, ev plana hevkar û îxanetkar PDK’ê ye. Bi rêya MÎTê Tirkan derbasî van qadan dikin. Dema gelê me ev tîm û grûban dît, divê wana qebûl nekin û bera wan bidin. Armanca wan ew e ku xirabiyê di nav civaka me de pêş bixin û gelê me bikin ajan. Ev dagirkerî baş dizane ku gelê me yê vê herêmê welatparêz e û însanên Apoyî nas dikin, çand û exlaqa Apoyoian nas dikin, sedan şehîd dane vê herêmê û di nav Tevgera Azadiyê de sedan şehîdên vê herêmê hene. Lê dixwazin bi vê siyasetê, bi van nirxan bilîzîn, naveroka wan vala bikin. Gelê me li hemberî vana hişyar û hestiyar be, xwedî li nirxên xwe derkevin û bi tu awayî vana qebûl nekin. 
Di milê din de dewleta Îranê li ser ciwanê me li tevahî Rojhilatê Kurdistanê siyaseteke qirêj dimeşîne, ev siyaset hê jî berdewam e, divê gelê me xwedî li zarokên xwe derkevin, jiyana wan bişopînin. Dijmin dixwaze wana bike ajan û dişîne nav Tevgera Apocî û ji wan re dibêje biçin wê jiyanê xera bikin, bi îradeya wan dilîzîn, dişkînin. Ji ber vê yekê erka esasî dikeve ser dayik û bavên me, nehêlin ku zarokên wan bibe amûrên dijmin û li hemberî Tevgera Azadiyê werin bikaranîn. Me berê jî gotibû, dema kesên bi vî rengî tên nav me, nikarin jiyan bikin, ji ber ku jiyana me jiyaneke sade ye, xwedî şeref û rûmet e, jiyaneke bi exlaq e û zû deşîfre dibin;  me di dîroka 40 salî de gelek mînakên wê dîtin. Dijminê dagirker Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê ev pir meşand û hê jî dimeşîne, lê em dizanin tu carî nekarî encamek bigire û em dizanin ew ê dewleta dagirker a Îranê jî nikaribe encam bigire. Girîng ew e ku dayik û bavên me xwedî li zarokên xwe derkevin û nehêlin ku bi vî rengî werin xistin û îradeya wan were şikandin. Dîsa divê ciwanên me jî li hemberî van siyasetan bêhelwest nemîne. Kesên ku dixwazin, van karan bikin qebûl nekin, teklîfê sîxûrtiyê dikin li hemberî wan çi pêwîst dike, divê pêk bînin. Li ku derê dibe bila be, ciwanên Kurd vana divê qebûl nekin, pratîka pêwîst bidin meşandin. Ya ku me diparêze, gelê Kurd diparêze, xwedî li nirx û rûmeta me derdikeve, gerîla ye, ji ber wê hemû êrîşên li hemberî gerîla were meşandin, divê ciwanên me qebûl nekin. Ji ber vê yekê erkeke esasî ya ciwanên Kurd beşdarbûna gerîlayên azadiya Kurdistanê ye, ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo jiyaneke azad û bi şeref, bi tevlîbûna gerîla, hatine çiyayên azad ve pêk were. Ya rêya ku em ji xwe re esas bigirin, beşdarbûna rêya Apoyî, rêya jiyana azad û bi rûmet bibe ye. Em hêvîdar in ku ciwanên me li ser vî esasî xwe zane û rêxistin dikin, amade dikin û li gorî tevdigerin."