Şînda Botan: Em ê qadên gerîla li dijmin bikin goristan

Gerîlaya YJA Starê Şînda Botan diyar kir ku gerîla wê Herêmên Parastinê yên Medyayê li dewleta Tirk bikin goristan û bang li gel û ciwanan kir ku rabin ser piyan, berê xwe bidin çiyê û tevlî nava refên gerîla bibin.

Ji gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê di çeperê de ye gerîlaya YJA Starê Şînda Botan têkildarî pêngavên şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê axivî.

"Pêvajoya ku em tê re derbas dibin pêvajoyeke pir girîng û dijwar e. Tecrîda li ser Serokatî her ku diçe giran dibe. Li ser gelê Kurd jî ev tecrîd tê girankirin. Di şexsê Rêbertî de dijmin dixwaze gelê Kurd tune bike. Tecrîda ku li ser Rêbertî dimeşîne dixwaze li ser gelê Kurd jî bide dewamkirin. Lê belê weke gerîlayên azadiya Kurdistanê, weke gerîlayên HPG û YJA Starê em destûrê nadin ku dijin vê tecrîdê berfireh bike. Her ku dijmin berfireh bike em ê pêşî li dijmin bigirin em ê nehêlin ku dijmin di vê pêvajoyê de li gorî dixwaze destketiyên me tune bike.

Dijmin bi navê curbecur operasyonên xwe zêde dike. Lê belê di vê operasyonê de jî encamê bi dest naxîne. Dijmin her tim li bin dikeve, ji ber ku dijmin rastiya gelê Kurd nas nake û her tim bi vî rengî li bin dikeve. Her wiha dixwaze xeyala Osmaniyan nû bike, lê belê her diçe ev xeyal binerd dibe. Her ku diçe xeyala wan namîne.

Her operasyona ku dijmin li dijî gerîla dike, di heman demê de operasyona li dijî gelê Kurd e. Pêwîste haya gelê Kurd ji vê hebe. Pêwîste gelê Kurd, ciwanên Kurd li hemberî vê operasyonê serê xwe rake. Ev operasyon ne tenê li dijî qadên gerîla ye, ev operasyon ji bo xilaskirina gelê Kurd e. Ne tenê ji bo xilaskirina gelê Kurd e, ji bo xilaskirina gelên bindest hemûyan e.

Her ku dijmin operasyonekê bike, em ê jî li hemberî operasyonê sekna şoreşgerî û sekna di xeta Rêbertî de raber bikin. Ji bo serketina şerê gel ê şoreşgerî çi bikeve ser milê me em ê bikin. Li ser vê bingehê hatina xwe ya Garê li bin ket û dijmin tê de şikest. Li ser vê binketinê niha jî êrişekê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Êrişek berfireh li ser Zap, Avaşîn, Metîna dane destpêkirin.

Dijmin weke şerê taybet îdîa dike ku bi vê operasyonê dixwaze gerîla tune bike. Lê belê roja tunebûna dijmin hatiye. Ji ber ku tunebûna dijmin hatiye dijmin êrişî hemû qadan dike. Di van êrişan de weke hêzên HPG û YJA Starê em ê bi rengekî profesyonel li ber dijmin rabin. Niha şerê ku tê meşandin, ne şerê gerîla ye; şerê gel ê şoreşgerî ye. Eger îro dijmin êrişî gerîla dike, di heman demê de êrişî gelê Kurd dike. Ji ber vê divê gel jî xwe berpirsyarê vî şerî bibîne û li ku dibe bila bibe rabe ser piyan û ji vê pêvajoyê re bibe bersiv. Vî şerî bi vî rengî pêşwazî bike. Lewma ji her alî ve divê em hesasiyet û girîngiya vê pêvajoyê zanibin.

Ji bo pûçkirina operasyon û êrişan, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêwîste em di vê pêvajoyê de xwedî li erk û mîsyonên xwe derkevin. Operasyonên ku pêk tên jî wê têk biçe. Wê her tim serketin a gelê Kurd be. Ji bo vê jî em bi îdîa û biryardar in ku heta yek ji me bimîne em ê vî şerî dewam bikin. Em ê vî şerî bikin. Em ê xeta xiyanetê nedin pêşiya xwe, em ê her tim di xeta berxwedanê de bimeşin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê di xeta berxwedanê de bin. Em ê Herêmên Parastinê yên Medyayê ji dijmin re bikin gor. Ji bo vê jî qadên Zap, Metîna û Heftanîn ji dijmin re bibe goristan wê dijmin di nava wê goristanê de bixeniqe. Wê navê dijmin jî li Kurdistanê nemîne.

Çi dibe bila bibe em ê azadiya Rêbertî bi dest bixin. Em ê serokê xwe azad bikin em ê xwedî li gelê xwe derkevin. Em bang li gelê xwe dikin ku her kes ji aliyê xwe ve xwedî çalakî be, xwedî sekneke bersiva li pêvajoyê be. Em bang li ciwanan jî dikin ku berê xwe bidin nava refên gerîla, li hemberî rastiya dijmin bisekine, li dijî êrişên dijmin bibe bersiv. Em bang li gelan û ciwanan dikin ku di vî şerî de xwedî li mîsyona xwe derkevin û pêşengiyê ji vî şerî re bikin. Mil bidin milê gerîla, gerîla û gel em bi hev re şer bikin, bi hev re bi ser bikevin, bi hev re dijmin ji qadên Kurdistanê derxin. Em bi hev re serokatî azad bikin. Eger gel bi gerîla re bibe yek wê azadiya fîzîkî ya serokatî pêk were. Wê serketin a me be. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Em heta dawiyê li pişta gelê xwe ne."