Şêx Ilyas: Yên ku axa wan nîn be tiştekî wan nîn e

Şêx Ilyas ê ji eşîreya Cindo diyar kir ku azadiya Êzidxan û Kurdistanê wê bi yekîtiya wan li dora fikira Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bibe.

Yek ji serokeşîrên Êzidiyan Şêx Ilyas, ji ajansa me re axivî. Şêx Ilyas, di axaftina xwe de qala fermana 3’yê Tebaxê û xiyaneta PDK’ê ya ku bû sedema fermanek a mezin kir. Her wiha di gotinên xwe de giringî bi fikira Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û bang li hemû gelên Kurdistanê kir ku li dora fikira Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin xelek.

PLANÊN QIRÊJ ÊN LI SER ŞENGALÊ GELEK BÛN

Şêx Ilyas, di destpêka axaftina xwe de qala roja fermana 3’yê Tebaxa 2014’an kir û destnîşan kir ku di encama xiyanetek a mezin de Êzidiyan zehf zêde êş kişand û wiha pê de çû: “Beriya ku DAÎŞ êrîş bike, pêşmergeyên PDK’ê ji me re gotin ku ew ê bi DAÎŞ'ê re şer bikin.  Roja fermanê heta bi nîvro kes ji mala xwe nereviya, me hemûyan amadekariya şer kir. Me destpêkê zarok û jin birin çiya da ku bi ewle bimînin û me berê xwe da gundên xwe da ku li ber DAÎŞ'ê li ber xwe bidin. Lê belê gava em vegeriyan, me, dît ku xelk direve. Me zanî ku sozên pêşmerge hemû derew in. Civaka me terkê mirinê kirin û reviyan. Em, hingê têgihîştin ku planên gelek mezin li ser Şengalê hene.’’ 

GERÎLA PARASTINA KOKA KURDAN KIR

Di dewama axaftina xwe de Şêx Ilyas, destnîşan kir ku ger ne ji destwerdana gerîla bûya wê Êzidî qir bibûna û ev tişt anîn ziman: “Piştî ku me zanî xiyanetek a mezin li me hatiye kirin, ji xeynê çiyayên me cihekî nîn bû em xwe bisipêrin. Nexasim, rojên destpêkê. Lê bi pişt re Gerîlayên Rêber Apo, bi egîdî û qehremanî berê xwe dan Şengala pîroz û ji bo parastina civaka Êzidî şer kirin û li ber xwe dan. Li ser vê axê xwîna bi sedan zarokên Kurdistanê rijiyaye. Em vê tu car ji bîr nakin. Ger Gerîla bi hawara me ve nehatina wê ji sedî 5’ê Êzidiyan nemaya. 

AZADÎ DI FIKIRA RÊBER APO DE YE 

Li ser fikir û ramana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şêx Ilyas, got ku bi yekgirtina hemû gelên Kurdistanê li dora fikira Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê azadiya ax û neteweyî bi dest bixin: “Piştî vê fermanê yên ku dilsozê ax û baweriya xwe ne wê yekgirtî bin. Rojava û Bakurê  Kurdistanê ji ber ku li ser fikra Rêber Apo yek in bi hêz in. Her wiha piraniya aliyê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê, li dora fikira paqij û rast kom bûye. Şengal yan jî Êzidxan, koka Kurdan e. Kesên ku bi axa Kurdistanê re xayin bigerin neyartiya koka Kurdan jî dikin.’’ 

EV AX AXA ME YE

Şêx Ilyas ku yek ji şerokeşîrên eşîra Feqîran a Êzidiyan e di dawiya axaftina xwe de bang li hemû civaka Êzidî û gelê Kurdistanê kir ku bi hev re li dora hêza xwe bisekinin û jiyanek a bi azad û rûmet ji xwe re ava bikin. Ilyas Cindo, gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Axa me bi xêr û bêr e, çiyayên me jî nîşaneya berxwedana bi hezaran salan e. Li Kurdistanê bêyî feriq û cudahî, divê hemû netewe bi hev re li dora hêza xwe kom bibin û piştgiriya hevûdin bikin. Hingê wê Kurdistana me bibe yek. Niha hemû Xelîcê bidin min ez qebûl nakim. Mirina li ber darek a Kurdistanê xweştir û bi rûmettir e ji bûyîna paşayê welatekî din. Ev ax axa me ye, alimên me, her digotin yê ku axa wî nebe tiştekî wî nîn e. Em jî li ser vê şîretê dimeşin.”