Şewata li Xozatê gihîşt 3 gundên din

Şewata daristanan ya di encama bombebaranên leşkerên Tirk ên dagirker ya li navçeya Xozat a Dêrsimê ku li gundên Derekoy û Geşnekê derketibû gihîşte gundên Ormanyali, Boydaş û Çakmakliyê.

Di operasyona ku leşkerên Tirk ên dagirker 30’ê Tîrmehê li navçeya Xozat a Dêrsimê dabûn destpêkirin, di encama bombebarana bejahiya gundên gundên Derekoy û Geşnekê agir bi daristanê ket. Ev 3 roj in ku ew şewat hê jî didome û belavî gundên Ormanyali, Boydaş û Çakmakliyê bû.

Endam û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl yên Dêrsimê tevî gel bi armanca vemirandina şewatê ketin ser rêya gund. Lê di ketina Xozatê de ji aliyê leşkeran we hatin astengkirin. Polîsan biryara walîtiyê weke behane nîşan dan û li ser wê yekê di navbera polîs û komê de nîqaş derket. Komê tevî astengiyan jî karî bikeve navçeyê. Piştî hevdîtina wekîlê CHP’yî ya bi walîtiyê re kir, destûr dan şandeyek ji nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl biçe herêma agir pê ketiye.

Şandeya ku ji 10 kesan pêk dihat tevî rojnamevanan ber bi herêma şewatê bi rê ketin. Encax şande li nêzî gundê Çaytaşiyê ji aliyê leşkeran ve dîsa hat astengkirin. Li wir leşkeran bi behaneya ku herêma şewat lê heyî “herêma ewlehiya taybet” e destûr nedan şande bikeve herêmê. Şande ji ber ku hate astengkirin, ji herêmê derketin.

Şêniyên Xozatê gotin ku şewat bi zanebûn ji aliyê leşkeran we hatiye derxistin. Her wiha gotin ku li herêma ku şewat lê hatî derxistin, cihê gundên ku salên 1990’î hatibûn valakirin e û bi salane têketina wê tê qedexekirin.