Şewata li Licê berbelav dibe
Şewata ku saetên danê nîvro li herêma Kelekê ya Licê derketibû, ji ber nemudaxeleyê berbelav dibe.
Şewata ku saetên danê nîvro li herêma Kelekê ya Licê derketibû, ji ber nemudaxeleyê berbelav dibe.
Li devera Kelekê ya bi ser gundê Husênika navçeya Licê ya Amedê ve li cihê bi dar û daristan şewat derket. Sedema şewata ku danê nîvro destpê kir, nayê zanîn.
Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku şewata ku mudaxileyî wê nayê kirin, gav bi gav belav dibe.
Hate ragihandin ku eger agir neyê vemirandin, wê 7- 8 gund wêran bibin.