Şewata li Gabarê her diçe berbelav dibe
Şewata berî hefteyekê li Gabarê derketibû belavî herêma Derşêw dibe.
Şewata berî hefteyekê li Gabarê derketibû belavî herêma Derşêw dibe.
Operasyona leşkerî ya ku hefteyek berê li qadên Şêx Osman, Şeşçala, Çiyayê Bizinê, Êwan û Bênatê yên Çiyayê Gabarê dest pê kiribû, hê jî didome.
Bi operasyonê re agir jî bi daristanên herêmê ketin.
Agirê ku hefteyek beriya niha li derdora gundê Bûnisra yê herêma Gabarê û li Çiyayê Bizina bi daristanan ketibû, heya gundê Derşêw belav bûye.
Bi hinceta ewlehiyê mudaxileyî şewatê nayê kirin.