Şewata li Çiyayê Bagokê belav dibe

Şewata li bejahiya Çiyayê Bagokê yê Nisêbînê belav dibe.

Li bejahiya Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şewata ku 2'ê Tebaxê li bejahiya gundê Dibekê piştî şer derket, li qadeke berfireh belav dibe. Rayedarên dewleta Tirk bi hinceta 'operasyona leşkerî' nahêlin ku gundî şewatê vemirînin. Şewat ber bi bejahiya Hezexê ve belav dibe. Şewat ji bejahiya gundên Merbab, Gundik Şukrî, Xirabê Mişka, Sîderî, Dibekê ber bi gundên Mezra Seyida, Marine, bejahiya Mamolan, Delavê Kasrê û Xirabê Mişka yên navbera Hezex û Mîdyadê belav bû.

Gundiyan gotin ku bi wesayitên arkujiyê nepêkan e ku şewat bê vemirandin. Gundiyan ragihandin, piştî ku bi 20 kîlometreyan dimeşin hingî digihêjin herêma şewatê, lê şewat nayê vemirandin.