Şeş hevrê bûn...

Di Bakurê Kurdistanê de çiyayê herî bilind çiyayê Agirî ye, bi heybeta xwe ve her gerîlayî aşiqê xwe dike.

Gerîla dema Rojnivîsa xwe dinivîsîne hemû hestên xwe tê de dide diyar kirin. Gerîla Agirî Azad di sala 2022’an de li Eyaleta Serhedê li serê çiyayê Agirî van bîranînan di rojnivîsa xwe de dinivîsîne û di axaftinê xwe de, gerîlayên ku li çiyayê Agirî şehîd bûne bi bîr tîne.

‘RONAHİYA RÛYÊN WAN ŞEWQ DA CÎHANÊ’

Di vir de gerîla Agirî Azad qala xweşkbûna rûgeşiya her şeş gerîlayên ku li çiyayê Agirî bûn sembolên Azadiyê û bi qehremanî şehîd bûne dike; “Belê hevalno ka li çiyayên Agirî mêyze bikin çawa îro li ser şervanên xwe yên ku di dîroka 31.12.2020’an de şehîd bûne xemgîn bûye, xemgîniya çiyayên agirî ranabe heya ku tola van hevalan were girtin; Agirî ya biçûk digirî û diqîre û banî Agirî ya mezin dike: “mezina min heya kengî wisa em ê berdewam bikin, em ê hîna çend şervanên din jî wenda bikin. Şeş şervan bûn, şeş heval bûn, şeş heval bûn qîr dike û gazî dike: “ Serxwebûnê min, Lokmanê min, Baranê min, Akifê min, Şervanê min ax ax Aslanê min. Min digot ku bedel tên dayîn lê bi qasî bedelên we giran min xeyal nedikir. Li Agirî ya mezin dizîvire û dîsa dibêje: “tu dibîne? Binêre vana şervanên ku ji bo me canê xwe feda kirine, li wan mêyze bike çawa dane pey hev, hevalê şervan niha li pêşe hevalê serxwebûn, hevalê Akîf, hevalê Loqman, heval Aslan û heval Baran jî di pey wan de tên. Ronahiya rûyên wan şewq da cîhanê, li wan mêyze bike çawa bi destên hevgirtine, li min û te temaşe dikin û dibêjin kêm ma, kêm ma, di destê her yek ji wan de kevokek heye. Kevokên hemûyan jî spî ne, li hev meyze dikin ku bi hev re kevokên xwe bifirînin asîmanan. Kevokên xwe firandin û carekê li pişt xwe meyze kirin û xatir ji hevalên pişt xwe xwestin û dîsa dest bi rêwîtiya xwe kirin. Lê rûgeşiya rûyên wan kêm nabe”.

“ŞEHÎD KANİYA HÊZÊ NE”

Gerîla Agirî, dibêje rizgarkirina Kurdistanê bê berdel nabe û bal dikişîne ser girîngiya şehadetê û wiha dibêje; “Agirî ya mezin ew bi xwe jî ji vê rewşê pir bandor bûye, lê naxwaze bi derdorê xwe bide hîskirin û li rondikên xwe zextê dike ku neyên xwarê. Bêdeng ji xwe re diaxive û dibêje: Ax, ax Agirî ya min a biçûk ez wate didim van hestên te, nêrînên te û wan qêrînên te.  Niha wisa ji dilê min tê ku biqîrim û bi dengekî pir bilind bibêjim çima? Lê eger ez dizanim ku bi vê qirînê dijminê me wê kêfxweş bibe ez qêrîna xwe veşartî dihêlim. Agirî; ka serê xwe rake û li dora xwe binêre bi serokatiya me bihizire ma ne ez û tu bûn ya ku dijmin her digot min ew kurdistana ku hûn lê digeriyan li serê çiyayê Agirî bin ax kiriye û li ser tijî beton kirine. Ka meyze bike kê ev gel, kê min û te hişyar kir ma ne serok Apo bû? Û ji bo wê jî serî rakir û ji me û tevahî cîhanê re got ku Rizgarkirina Kurdistanê, Rizgarkirina vî gelî, Rizgarkirina min û te ji van sînoran wê pir berdelên buha wê werin dayîn. Ji ber ku gihaştina Azadiyê ewqasî hêsan nîne, ewqas salin her diçe em berdelên buhatir didin, rabe wan rundikên xwe paqij bike û vê bizanibe ji bo xwe gihandina astên mezin û armancê xwe bicihanîn, bedelên pir giran buha jî tên dayîn. Şahadet bingehê avabûna jiyana azade. Şehîd kaniya hêzê ye. Em hêza xwe ji van hevalên şehîd digirin. Soza me daye şehîdan em ê xwîna wan li erde nehêlin û em ê şopdarê xeta wan bin”.

Li vir Agirî hêrsa xwe li beramberî dagirkeran dide diyarkirin  û soza tolhildana şehîdan dide; “Agirî a biçûk serê xwe rake û li Agirî a mezin meyze bike li şervanên azadiyê binêre, çi dibe bila bibe em ê nehêlin ku kêyfa dijminê me li me bê. Çiqas em berdelên giranbuha jî bidin pêwîste em axa bin lingê wan tijî mar û dûpişk bikin. Agirî a biçûk serê xwe daniye ser çonga Agirî ya mezin li tavê meyze dike, li şeş kevokên ku li derdora tavê difirin meyze dike. Piştre Agirî a mezin ji Agirî a biçûk re got rabe kêm maye em ê van desthilatdaran ji cîhanê biqedînin, rabe şervanên azadiyê çavên wan li ser me ne.  Rabe em bi hev re dest bidin şervanên azadiyê, rabe dem dema azadiya Rêber Apo ye, dem dema tolhildana hevalên şehîde û dem dema Serxwebûna Kurdistanê ye”.