Şervanên YPG’ê çalakiyên li eniyan û psîkolojiya leşkeran gotin

Li ser hewldana dagirkirina Efrînê ya artêşa Tirk û çeteyên wê DAÎŞ û El Nûsra,em bi şervanekî YPG’ê re axivîn, ku li girekî gundê Bilîka yê navçeya Recoyê dimîne.

Her kêlîka berxwedana li Efrînê bi girîngiyeke dîrokî ye. Di Berxwedana Serdemê de ku mehek li pey xwe hişt piraniya rastiya ku têne jiyîn hê nehatine vegotin. Bi rastî jî pir girîng e bê ka şervanên YPG-YPJ’ê ku ev bi heftiyan e li ber xwe didin çi jiyane û şahidî ji çi re kirine. Siûda mi baş e, ez li gel komeke YPG’ê dimînim, ku ji rojên pêşî yê tevgera dagirkirinê ve di nav xeta herî girîng a berxwedanê de, navçeya Reco û li derdora wê dimînin. Tiştên ku dibêjin pir girîng in. Dikenin û ew dibêjin ez dinivîsim.

Li ser hewldana dagirkirina Efrînê ya artêşa Tirk û çeteyên wê DAÎŞ û El Nûsra,em bi şervanekî YPG’ê re axivîn, ku li girekî gundê Bilîka yê navçeya Recoyê dimîne.

5 ŞERVANÊN YPG’Ê ÇAWA ARTÊŞEK ŞIKANDIN?

Navê şervanê YPG’ê Azad e. 24 salî ye. Ez dipirsim bê ka 5 şervanên YPG’ê li dijî bi dehan leşker û çeteyan, li qada şer artêşa Tirk û çete çawa tevdigerin. Dibêje: ‘’Rojên piştî 15’ê Sibatê bûn. 17’ê Sibatê em li derdora Bilîka bûn. Em 5 kes bûn. Em 5 kes her yekî ji me, me xwe dabû cihên cuda yên gir. Artêşa Tirk êrîş bi ser vî girî de anî. Pêşî bi topên obûsê û bomberduman kir. Di saetekê de 15 topên obûsê davêtin. Tevahiiya rojê wiha berdewam kir. Du rojan bomberduman dom kir. Piştî obûsan bi balafiran bombe kirin. Balafiran 9 qazan û 4 rokêt avêtin girekî biçûk. Piştî ku hewa ne baş bû artêşa Tirk û çete ji bejahiyê ve hatin ser gir.

2 wesayitên leşkerî yên Totoya ku li ser wan çekên A4 û Doçka hatibûn danîn û 30-35 leşker diçine ser girê ku 5 şervanên YPG’ê lê ne. Wê kêliyê di dest 5 şervanan de keleşkof, BKC,rokêtên B7 û bombeyên bi dest hene. Leşker weke çeteyên DAÎŞ’ê bi dengê tekbîran dixwazin biçin ser gir. 5 şervan jî xwe bi cih dikin. Leşker ji 3 baskan ve tên.

Şervanên YPG’ê bi rengekî aram li wan leşkeran dinerin ku bi dengê tekbîran hem ali derdorê direşînin û dixwazin gir bistînin. 5 şervan li bendê dimînin ku leşker û çete baş nêz bibin, piştre li wan leşkeran direşînin. Bi BKC û rokêtên B7’ê ku jê re bîsvîng dibêjin bersivê didin. Koma leşkeran derbeke giran dixwin. Azad ê YPG’yî dibêje leşkerên mirî û birîndar hebûn û bi çavê xwe 4 leşkerên birîndar dîtiye. 4 leşkerên birîndar li wesayitê siwar dikin. Ên din dtirsin. Şervanên YPG’ê gir bernadin.

Azad dibêje leşker weke mihan li eraziyê rêz dibûn û ber bi gir ve dihatin û dema ku bersiveke tund dîtin jî malzemeyên ku giranî ji wan re çêdikir davêtin û ber bi paş direivyan. Di vî şerî de ji 5 şervanan tenê yek jê ji destê xwe birîndar dibe. Şervan cihê xwe bernadin. Dibêje armanca leşkeran ew bû ku gir bi dest bixin û tangê li wir bi cih bikin. Lê leşker ên ku bi haziriyeke mezin hatin mirî û birîndarên xwe dibin û neçar dimîni ku vekişin. Bi dehan leşkerên bi desteka obûs, balafirên şer û balafirên keşfê li dijî 5 şervanên ku girekî diparêzin têk diçin.

Ez dipirsim bê ka di wê dema şer de şervan bi hev re diaixivîn yan na. Dibêjin bala xwe dabûne hev û bi dengekî kêm ji hev re digotin bê ka wê çi bikin. Ez dipirsim bê ka wê kêliyê çi hîs dikirin: ‘’Wê demê diviya ku em aram bûna. Em difikirîn ku xwe, hevalên xwe û gir biparêzin. Min digote hevalan aram bin.’’ Azad ê YPG’î wiha didomîne: ‘’Me koma leşker û çetetan behitandibû. Dema ku çete û leşker bi tekbîran vekişiyan moralê me pir baş bû. Wê demê em dikeniyan. Jixwe piştî ku teqwiya jî bi me ve hat rewş guherî. Gelek kuştî û birîndarên leşker û çeteyan hebûn.’’

'MEHMETÇÎK' CENAZEYÊN 2 LEŞKERAN DI NAVA HERIYÊ DE HIŞTIN Û REVIYAN

Şervanê YPG'ê Xelîl ê 28 salî li eniya Raco bû. Bi taybetî di nava 10 rojên şer de ku gelekî dijwar bû cih girt. Roja 6'an a berxwedanê bû. Artêşa Tirk tevî çeteyênx we hewl da bikeve nava gundê Qude û xwe gihand nuqteyekê. Hêzên Tirk ên nekarîn xwe bigihînin ser girê li dora gund, li vir ketin şer. Şervanên YPG'ê yên bi artêşa Tirk hesiyan li wan dan. Şervanên YPG'ê ji bo çalakiya xwe ya plankirî bi ser bixînin xwe hinekî vekişandin. Piştre ketin nava liv û tevgerê. Şervanên YPG'ê xwe berdan nava leşkeran û lê dan. 2 leşker li vir hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Leşker ketin nava panîkê. Leşkeran çente, çek, cebilxane, cîhaz, bombeavêj, çeka lav û 2 leşkerên xwe yên mirî di nava heriyê de hiştin û reviyan. Şervanên YPG'ê cenazeyên her du leşkeran xistin traktorê û şandin navçeya Raco. Leşkerên ku reviyan bi barê 2 traktoran cebilxane û malzeme li pey xwe hiştin.

Detayên şer ji şervanê YPG'ê Xelîl dipirsim û vê bersivê dide: "Min bi xwe cenazeyên 2 leşkeran dît. Di dema şer de em di nav hev de bûn. Di navbera me de çend metre hebû ya jî tine bû. Mij û baran bû. Leşker ketibûn nava panîkê û direviyan. Li 3 nuqteyan rextên leşkeran hebû. Yek ji wan ji yên din cudatir bû. Dibe ku yê fermandarekî be, ji ber ku cîhazeke mezin a ragihandinê jî li wir hebû. Me jî çek û malzemeyên li pey xwe hiştibûn dan hev."

Xelîl ê YPG'yî bi ken got, "Leşkeran gelek malzeme bi xwe re anîbûn û ew malzeme hiştin û reviyan. Me malzemeyên ku leşkeran li pey xwe xistin xistin qaseya 2 traktoran."

ASO YÊ YPG'YÎ QALÊ DIKE

Leşkerên TC li gundên Elbîske û Canîka mala talan kirin. Şervanê YPG'ê Aso li dijî êrîşên dagirkeriyê li derdora gundê Elbîskê yê navçeya Reco li eniyên berxwedanê bû. Roja 10'an bû. Leşkerên Tirk ketibûn nava gundê Elbîskê û bi kepçeyekê, 3 tank û 3 wesayitên doçka li ser gund xera kiribûn. Leşkerên Tirk gelek xanî talan kiribûn. Komek ji şervanên YPG'ê xwe gihandin ser girê li dora gundê Elbîskê. Leşker û çeteyan li gundê Canîka yê nêzî Elbîskê dest bi talanê kirin. Wesayiteke doçka li ser û wesayiteke zirxî ya bi tîpa BMB tên nêzî gund. Şervanên YPG'ê li leşker û çeteyan direşînin. Leşker dest ji wesayit û cebilxaneyên xwe berdidin û direvin. Piştre bi hêzeke zêdetir hatin ku wesayitên xwe yên zirxî bibin. Vê carê jî şervanên YPG'ê bi çekên giran li wan dan. Leşker û çeteyan vê carê xwe vekişandin nava gundê Elbîskê. Şervanên YPG û YPJ'ê li Elbîskê jî didin dû leşkerên dagirker û tankeke bi tîpa Leopard li wir diteqînin. YPG'yî vê carê bi hawanan li hêzên dagirker dixin. 8 hawan li hêzên dagirker dikevin. Artêşa Tirk a tengav bû, bi tankan êrîş dike. Êrîşa bi tankan bê encam dimîne û vê carê bi balafirên şer bombeyan li herêma YPG'yî lê bûn barandin. Lê di vê bomberdûmanê de jî encamek bi dest nexistin. Ji ber ku YPG'yiyan xwe veşartibûn.