Şervanên QSD'ê 700 sivîlên din rizgar kirin

Şervanên QSD'ê bi sean sivîl ji nava lepên DAÎŞ'ê rizgar kirin û gihandin herêmên ewle.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), doh bi şev korîdoreke ewlehiyê li Hecînê vekirin û nêzî 700 sivîl ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin ku piraniya wan jin û zarok in.

Sivîlên bi qasî 15 kîlometreyan meşiyan û xwe gihandin bendên QSD'ê. Şervanên QSD'ê jî ew veguhastin herêmên ewle.