Şervanên Asûr û Suryan: Em ê gelê xwe û axa xwe biparêzin

Meclîsa Leşkerî ya Suryanan û Parêzvanên Xabûrê yên li Til Temirê diyar kirin ku wê ax û gelê xwe biparêzin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên El Nusra, DAÎŞ û El Kaîdeyê di roja 35’emîn de êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

Li hemberî van êrîşên ji hewayî û bejahî, gelên herêmê û komên baweriyê ji bo parastina xwe, berxwedaneke mezin dikin.

Li Til Temirê gelê Asûr, Suryan, Kurd, Ereb û Ermen lê dijîn û rojên dawîn de gelek êrîş lê tê kirin.

Hêzên parastina gelên Asûr û Suryan peywira parastina ax û gelê xwe wergirtin.

Dewleta Tirk ji bo ku li dijî Hesekê êrîşên dagirker bide destpêkirin, rêyên diçe Qamişloyê qut bike û rêya M4 têxe bin kontrola xwe, êrîşên xwe li Til Temirê zêde dike.

Meclîsa Leşkerî ya Suryanan û Hares El Xabûr (Parêzvanên Xabûrê) ji ANF’ê re qala berxwedana xwe kirin.

‘LI HEMBERÎ HEMÛ KOMPLOYAN EM Ê GELÊ XWE BIPARÊZIN’

Asûr û Suryan li ber çemê Xabûrê 33 gundên wan hene û diyar dikin ku ew ji bo ax û gelê xwe biparêzin wê her cure berdêlan bidin. Şervanê bi navê Salim Mehmûd Salih ê Meclîsa Leşkerî ya Suryanan diyar dike ku parastina gel û baweriyan peywirek e û got ku “Em li vê derê bêtir herêmên gelê me yê Xirîstiyan diparêzin. Lê em li vir hemû gel û baweriyan diparêzin. Ji bo vê jî em ji peywirên ku dikevin ser milê me, her dem amade ne. Li hemberî hemû komployan em ê gelê xwe û axa xwe biparêzin.”

GELÊ SIVÎL DIKIN HEDEF

Şervanê Meclêsa Leşkerî ya Suryanan ê bi navê Yarob Dawûd jî diyar kir ku qedera gelê herêmê bi hev girêdayî ye û got ku “Em li hemberî çeteyan axa xwe diparêzin. Li eniyên li herî pêş em gelê xwe diparêzin. Bi rojan qadên sivîlan bomberdûman dikin. Gelê me koç kir lê cihê ku gel çûne wê derê, ew der jî bomberdûman kirine. Em ê gelê xwe biparêzin û em ê berdêla vî tiştî jî bidin.”

‘EM XWEDIYÊN VÊ AXÊ NE’

Çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2015’an de êrîşî gundên Xabûrê kiribû û qetlîmake mezin kiribû. Piştî vê qetlîamê şervanên Hares El Xabûr axa xwe diparêzin.

Şervanê bi navê Devîd Mûhan got ku “Li ser herêma me êrîşên mezin hene. Em xwediyê vê axê ne û bêyî ku em cudahiyê têxin navbera wan, em ê gelê xwe diparêzin. Em gelê xwe yê Asûr, Sirtan, Ereb û Kurd diparêzin. Dewleta Tirk bi balefiran bombeyan bi ser me dibarîne.

Şervanê Parêzvanên Xabûrê, Fîlîp Nebîl jî got ku”Em ji bo ku gelê xwe biparêzin, amade ne, ku her cure peywirê werbigirin. “

Şervanê bi navê Mehmûd Cûma jî diyar kir ku qadên gelê Asûr tê bomberdûmankirin û got ku “Ji ber êrîşan gelê me niha li gundên li ber Xabûrê dijîn. Em ax û namûsa gelê xwe diparêzin.”

‘HEMÛ GEL DIBIN HEDEF’

Hawro Ceymî yê ku şervanê Meclîsa Leşkerî ya Suryanane, ew jî diyar dike ku wê destûrê nedin dagirkeriyê û got ku “Em li vê derê ax û gelê xwe diparêzin. Ji ber ku li vê derê, gelê Asûr, Ereb, Kurd û Suryan em hemû bi hev re dijîn. Ev êrîş li me hemûyan tê kirin.”