Şervanê boykotê: Ebdulezîz Nihêlî

Evdilezîz Nihêlî yê ku ji Başûrê Kurdistanê ye û li Fînlandiyayê dijî, li dijî zext û êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk xebat û çalakiyên boykotê dimeşîne, bi navê şervanê boykotê tê naskirin.

Abdulazîzê Nihêlî (Pîr Kurdistanî) li Fînlandiyayê dijî. Ew bi eslê xwe ji Nihêla Amêdiyê ne. Malbata Ezîz di sala 1988’an de ji ber zext û êrîşan koçî Bakurê Kurdistanê dike û li Mûşê di kampên penaberan de dijîn. Evdilezîz li vê derê ji ber belavkirina kitêb û kovarên Kurdî gelek caran ji aliyê polîs û leşkerên Tirk tê girtin û êşkencekirin. Dema ku li Bakurê Kurdistanê ronakbîr û kesayetiyên şoreşger nas dike, hestên wî yên welatparêziyê zêdetir dibe. Malbata wî piştre vedigere Başûrê Kurdistanê û ew jî li Başûrê Kurdistanê dest bi xwendina zanîngehê dike. Evdilezîz dema tê Ewropayê jî bi awayakî çalak tevlî nav xebatên siyasî û komeleyatî dibe.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dema di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşî Girê Spî û Serêkaniyê kir. Wê demê li hemberî kelûpel û alavên Tirkiyeyê xebatên boykotê hate destpêkirin. Evdilezîz jî tevlî nav vê kampanyaya boykorta kelûpel û tûrîzma Tirkiyeyê bû. Evdilezîz bi pankartên boykotkirinê li nava trên, metro û bazaran digerîya, her roj ev kar dikir. Ligel ku polîsan zext lê dikirin û faşîstên Tirk gef li wî dixwarin jî, wî tu carî dest ji vê xebata xwe berneda. Evdilezîz slogana ‘Boykot, boykot, heta birîna şahdamarên wan’ ji xwe re kiriye bingeh, bêyî rawestan vî karî bi rê ve dibe.

Evdilezîz dest bi xebata etîketan kir. Wî etîketên boykotê li cihên şên û nas û berbiçav ve dizeliqand. Di heman demê de wî bi belavok û broşuran xebatên boykotê dimeşand.

Evdilezîz vê xebat û çalakiyên wî yên boykotê gihiştiye sed rojan û bi tîşortên boykotê vê çalakiyê didomîne.