Şervanan tuneleke  DAIŞ’ê dîtin

Li gundê Tewîla yê bajarokê Dîşîşa ku şervanên QSD’ê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiribûn, tuneleke  çeteyan hate dîtin.

Şervanên QSD’ê li gundê Tewîla yê Dîşîşa tuneleke çeteyên DAIŞ’ê dîtin. Şervanan piştî xebatên legerîna mayînan roja 16’ê Hezîranê gundê Tewîla rizgar kiribûn û tuneleke  çeteyên DAIŞ’ê dîtin. Şervan li gundên girêdayî Dîşîşayê xebatên legerîna mayînan didomîne û tê gotin ku li her gundekê tunelên çeteyên DAIŞ’ê hene û çeteyan li tunelan mayîn çandine.

NAVENDA ÇETEYAN BÛ

Bajarokê Dîşîşa li başûrê rojhilatê Hesekê cih digre û roja 17’ê Hezîranê bi temamî ji aliyê şervanên QSD’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin. Ev herêm li Hesekê herêma herî dawî di destê DAIŞ’ê de bû û weke navenda çeteyan bû.