Şervana YPJ’ê ya ji Uşakê: Rojava ji me hemûyan re bû îlham

Şervana YPJ’ê ya ji Uşakê Serhildan Serhildan got, Şoreşa Rojava ji bo her kesî bûye îlham û domand, ‘’Bêyî ku em cudahiya çand û ziman bikin, me berê xwe da Rojava’’.

Li Rojava ji 2011’an ve bayê şoreşê heye.  Li hêlekê ku Şoreşa Rojava geş dibe,  rohilat û rojavayê Sûriyê jî dixe nav xwe, li ser van xakan bi pêşengiya gelê Kurd û jinan azadiya gelên Rojhilata Navîn jî daye ser milê xwe.

Ji çar hêlên cîhanê jin xwedî li şoreşê derketin. Berê xwe dane nav refên YPJ’ê. Şervana YPJ’ê Serhlidan ku bi eslê xwe ji Uşakê ye, piştî girtîgehê berê xwe dide Rojava û tevlî nav şoreşê dibe.

‘DEMA KU MIN ZAROK Û YIXTIYARÊN KU DIHATIN KUŞTIN DÎTIN..’

Serhildan wiha behsa pêvajoya zindanê û şorşê dike

‘’Wê demê ez li zindanê bûm. Şoreşa Rojava bi hevalên zindanê re ji radyoyê em hîn bûn. Ji aliyê min ve hîseke cuda bû. Heval li bendê bûn lê ji bo min cuda bû. Dawiya dawî gelek rêxistinên çepgir ên Tirk jî xwestin ku şoreşê bikin, gelek caran hate serkutkirin. Ji ber vê jî, Şoreşa Rojava ji bo min kelecaniyek bû.

Piştî ku ji zindanê derktim, piştî ku mirov dîmên şer, nexasim ên kuştina zarokan, yixtiyaran dibine, sekin nedibû. Ji hêla mirovî û wijdanî ve nikarîbûm bisekinim. Di xwe hilnedihatim. Ji ber vê jî min xwest ku di nav şoreşê de bim û bi vî esasî tevlê bûm. Lê hin hevalan bandor li ser min kir û hin hevrê şehîd bûn.

 ‘DAÎŞ MILÊ ÎLLEGAL Ê ARTÊŞA TIRK E’

Ji hêlekê ve bi hewledana tinekirina rejîmê û ji hêlekê ve dewleta Tirk ve rêxistiniya DAÎŞ’ê hate kirin.  DAÎŞ a ku Tirkan bi taybetî gihandin li Rojava, li Şengal, Mexmûr û Kerkûkê li ser van xakan qirkirin hate kirin. Em dizanin ku DAÎŞ milê îllegal ê artêşa Tirk e. Dema ku ji vî alî ve mirov dinere, şoreşa Rojava şoreşeke tevlîhev bû. Ji ber ku ne şerekî wiha bû ku rasterast bi dewletê re dihate kirin.  Şerekî li dijî çeteyan bû. Lê li vir jî ya girîng rihê şoreşê bû. Gel li  şoreşê xwedî derket, ji çar aliyê cîhanê ve, li têkoşînê xwedî derket û vê cihêtiyek da şoreşê. Nehate gotin şoreşeke wiha bû ku Kurdistan vedihewand nav xwe û di ser re nehate qevaztin. Ji ber vê jî Şoreşa Rojava xwedî nirxekî manewî ye.’’

‘EM VÊ ŞOREŞÊ HÎS DIKIN’

Serhildan got Şoreşa Rojava îlham daye netewe û jinan, îlham daye wê jî û ji ber vê tevlî şoreşê bûye. Serhildan got, ‘’Ji hev cihê ye ku mirov ji derve li şoreşê binere û di nav de be.’’

Serhildan wiha domand: ‘’Li ser her bihosta xaka Rojava xwîna hevalên me û gel heye. Mirov dikare vêşoreşê bijî û hîs bike. Ji ber ku li vir Ereb, Fransî, Soran, Tirkmen, Kurd û ez jî Tirkek, li gel ku çand, zimanê me cuda bû jî, li gel ku em ji nav jiyanên cuda dihatin jî, me bi hev re tiştin kirin û ev hîseke xweş e. Ya ku li vir me li cem hev diire, giyanê Rojava ye û di bin paradîgmayekê de em hemû gihaştine hev.  Fikrê mirovan cuda ne lê dema ku mirov dibe şex cudatir dibe.  Pêkhateyên ji rengên cuda jî, rengên cuda dide şoreşê.’’

 ‘MIROV BER BI ŞOREŞÊ VE DIHERIKIN’

Gelek berdêl me da. Bi destê DAÎŞ’ê, bi destê dewleta Tirk gelek komkujî hatin kirin. Bêyî ku bibêjin ev yixtiyar e, zarok e, ciwan e hewl dan ku qit bkin lê giyanê sosyalist û şoreşger destûra vê neda. Îro ji her çar hêlên cîhanê mirov bi şoreşê de diherikin.   Anarşîst, sosyalist, demokrat, komunîst, ên ku lêgerînên wan hene û ji şoreşê hêzê distînin, ber bi şoreşê ve diherikin.  Heke ev mirov têne vir, ev tê wê maneyê ku li  Rojava gelek tişt rûdinin.’’

‘LI EFRÎNÊ WÊ DIJMIN WERE PAQIJKIRIN’

Şervana YPJ’ê Serhilan wiha dawî li nirxandinên xwe anîn:

‘’Divê em li vê şoreşê, li gelê Kurdistanê yê li çar parçeyan xwedî derkevin, hem ji hêla wijdanî ve û hem ji hêla mirovî ve. Herî dawî li Efrînê kirin mêtingeh, lê çawa ku DAÎŞ têk çû, Rojava, Memxûr, Şengal hatibe paqijikrin Efrîn jî wê ji dijmin were paqijkirin.’’