Cafer Şervan: Civaka Tirk bi pêngava 'Dema Azadiyê' dikare ji faşîzmê xilas bibe

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cafer Şervan got, ''. Civaka Tirkiyê û derdorên demokratîk divê bibînin bi tevlêbûna nav pêngava 'Dema Azadiyê ye'', dikarin ji desthilata faşîst xilas bibin. ''

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cafer Şervan têkilî çalakiyên 1'ê Gulanê axivî, got, ''Hemû geşedan nîşan didin çalakiyên 1'ê Gulanê li ser hîmê hemû çalakiyan wê encaman bîne. Girîng e ku hatiye dîtin hêzên ku bi salan e têkoşîna heq, azadî û kedê didin, desthilata AKP-MHP'ê ya mêtinger a faşîst rejîmeke wiha faşîst e ku zextê li ser hemû hêzên demokratîk datîne. Li ser karker û kedkaran kedxwariyê zêde dike û mehkûmî birçîbûnê dike. Ji bo ku pergala faşîst sazûmanî bike bi navê yasayên lêhatinê her roj biryarên nû distîne û terorê dike. Hemû derfetên xwe seferber dike û dike şerê Kurdistanê. Ji vî alî ve wê girîng be ku derdorên demokratîk û kedkar ên li Tirkiyê li dijî şer derkevin Di binê krîza aborî û hejariyê de şer heye. Em di pêvajoyeke wiha de ne lêgerîneke biçûk a mafan jî tê çewisandin. Nexasim helwesta parçeyî û bihesab a muxalefetê ya li bara faşîzmê, nekariya pêşî li polîtîkayên zextê bigire.

Demên berê hin tifaqên hilbijartinê li dijî faşîzmê serkeftinên mezin bi xwe re anîye û desthilata faşîst a AKP-MHP'ê aniye ber ketinê. Hê jî ev pêvajo bi rengên cuda didome. Ji vî alî ve heke li ser yek navendê rêxistinî were kirin, heke li ser pergala modernîteya demokratîk mirov li çareseriya pirsên civakî bigire ev ê desthilata faşîst jî hilweşîne. Nexasim giranbûna krîza aborî bandoreke xirab li ser karker, kedkaran dike. He roj zem têne û hêza kirînê ya gel kêm bûye, ji vî alî ve mirov dikare bibêje li nav civakê helwesteke li ber rabûnê geş bûye. Wê girîng be ku hemû helwest û li ber rabûn ji hêla hêzên pêşeng ve rêxistiniya wan were kirin.''

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cafer Şervan bi berdewamî bal kişande ser zext û zordariya rejîma Enqerê ya li Kurdistanê û Tirkiyê û got, ''Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hemû aliyên zextê yên faşîzmê têne bikaranîn, bi rêveberiya jidiyayî, BHQ û şertên derasayî tê rêvebirin. Li dijî lêgerîneke biçûk a mafan, rêbazên kuştin, girtin û êşkenceyê têne geşkirin .Di encama êrîşên dewleta Tirk de di serî de Tevgera Azadiyê ya Kurd û hemû hêzên siyasî, dîtine bi dewleta Tirk re bi têkiliyên dîplomatîk zemîna çareserkirina pirsan nîne. Tenê bi berxwedanê hişmendiya dewleta faşîst a mêtinger a Tirk dikare were guhartin. Ji ber vê jî li dijî rejîma faşîst a Tirk, li her deverê bi berxwedanê mirov dikare encamê bistîne, divê her kes vê bibîne. Heke berxwedana were geşkirin ev dewleta faşîst ku li Tirkiyê û li derve tê dûrxistin,  li gel polîtîkayên xwe wê têkçûneke mezin derkeve holê. Ji vî alî ve, dema wê ye mirov vê desthilata li ber hilweşandinê ye, bide erdê.''

Cafer Şervan têkilî pêngava 'Dem Dema Azadiyê' jî got, wê îsal rêxistiniyeke mezin bîne, derbên giran li desthilata faşîst a AKP-MHP'ê bike û got, ''Ji bo ku ji desthilatê nekevin li hundir û derve ev qasî êrîşkar dibin, li derve ji bo destekê ji xwe re bibînin digerin. Van demên dawî ev tirsa windakirina desthilatê û qelsiya wan ji daxuyaniyên wan diyar dibe.  Êrîşên bi asta bilind ên li ser HDP'ê jî encama têkçûna wan û bi hîsa tolhildanê ye. Ji bo ku HDP'ê bigirin her cure qalikê yasayî û saziyên xwe bi xwe jî tine dihesibînin û ji hêla Bahçelî yê faşîst ve bûye kampanyaya lînckirinê. Wê hemû hesaban bikin û biryara girtinê bidin. Li gorî helwesta ji derve tê eyarê didin dadgehan, dikin malzmeya propagandaya rojane û dixwazin fikrekî bi gel re çêbikin. Dema ku van dikin bi rêbazên derew û arestekirinê peyamên cuda didin cîhanê. Bi rêbazên zext û zordariyê teslîmiyetê ferz dikin .Li ser vê mijarê bi çêkirina raya giştî û bi berxwedanê mirov dikare pêşî li van kirinên faşîst bigire.

Bi lihevkirina aliyên paşverû yên pergalê û bi bêdengmanê xilasbûna ji desthilata faşîst zor e. Divê ev jî ji her alî ve rast wer nirxandin. Li gel hemû  zext û zordariyan jî desthilata faşîst a AKP-MHP'ê kiriye ku Kurd hemû jê nefret bikin û li hemû qadan bûne polîtîk. Hemû Kurd gihaştine wê bîr û baweriyê tiştk ji desthilata faşîst dernakeve û li dijî vê deshtilatê tekane rê têkoşîn e. Gelê Kurd bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê divê eniya antîfaşîst ava bike û tevlî pêvajoya pêngavê bibe. Civaka Tirkiyê û derdorên demokratîk divê bibînîn bi tevlêbûna nav pêngava 'Dema Azadiyê ye'', dikarin ji desthilata faşîst xilas bibin. Desthilata mêtingeriya faşîst a AKP-MHP'ê bi navê demokratîkbûnê tiştek nehiştiye. Saziyên sereke yên dewletê meclîs, organen adaletê û hiqûq ji holê rakiriye, sazî nema sazkar in. Divê mirov hay ji van hemûyan hebe û têkoşîna berxwedanê bike. Girîng e ku di çalakiyan de gel bi asteke bilind tevlê bibe û têkoşîn domdar be. Bi şopandina şerê li Kurdistanê li ser dijberiya li şer rêxistinî divê were geşkirin.

Desthilata AKP-MHP'ê serweriya hemû desthilatê beriya niha didomîne. Ji vî alî ve şert e ku Kurd û hêzên demokrasiyê tifaqê bikni. Ji ber ku ev helwesta parçeyî wê xizmetê ji rejîma faşîst re bikin divê mirov bi tifaqa herî berfireh a demokrasiyê tevbigere. Heke hemû hêzên demokratîk li ser çareseriya pirsa Kurdan bisekinin ev ê geşedanên girîng bîne.''