Şerîk: Divê pêngav bigihêje civaka Tirkiyeyê

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk got, wezîfeyeke lezgîn e ku pêngava 'Dema azadiyê' li nava civaka Tirkiyeyê bê belavkirin.

Cemal Şerîk destnîşan kir ku pêwîste civakên Kurdistanê û Tirkiyeyê di armanca şoreşa yekbûyî de bigihêjin hev û diyar kir, dema ku ev hate kirin wê desthilatdariya AKP-MHP'ê ku temsîlkarê vê demê yê faşîzma 12'ê Îlonê ye, ji holê bê rakirin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk sala derbasbûyî ya pêngava 'Li dijî tecrîd, dagirkerî û faşîzmê dem dema azadiyê ye' ku 12'ê Îlona 2020'î hatibû ragihandin û sala nû ya têkoşînê ji ANF'ê re nirxand.

Şerîk anî ziman ku destpêkirina pêngaveke bi vî rengî roja 12'ê Îlonê û ragiahndina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di 12'ê Adarê de tesadûfî nîne û diyar kir ku ev yek xwedî naverokeke siyasî û îdeolojîk e.

Cemal Şerîk bal kişand ser têkoşîna ku ji 12'ê Adarê heta 12'ê Îlonê, ji 12'ê Îlonê heta vê demê û got, "Ev yek di heman demê de nîşan dide ku berpirsyarî û wezîfeyên şoreşgerî yên demê çi ne û divê teqez bi cih bêne anîn."

Şerîk bi bîr xist, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku gava destpêkê avêt tenê bi berpirsyariya xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ranebû, her wiha berpirsyariya Şoreşa Tirkiyeyê jî da ser milê xwe û destnîşan kir ku dema nêzîkatî bi vî rengî be wê armanca pêngavê baştir bê fêhmkirin.

'DEMA BERIYA 12'Ê ÎLONÊ Û SERDEMA HEYÎ DIŞIBIN HEV'

Şerîk ragihand, bi rengekî eşkere xuya dike ku desthilatdariya faşîst a heyî ya li Tirkiyeyê nikare civakê bi rê ve bibe; di nava xwe de jî nikare xwe bi rê ve bibe û got, "Civak jî êdî rêveberiya vê desthilatdariyê qebûl nake û naxwaze di nava pergaleke wiha de bimîne. Lewma rojên beriya 12'ê Îlona 1980'î û pêvajoya heyî dişibin hev."

'DIVÊ BIGIHÊJE BERXWEDANA CIVAKÎ YA LI TIRKIYEYÊ'

Cemal Şerîk anî ziman ku darbeya 12'ê Îlonê nekarî berxwedana PKK'ê rawestîne; vê berxwedanê şoreşa xwe ya civakî, demokratîk û çandî li Kurdistanê pêk anî û wiha dewam kir, "Şoreşa ku li Kurdistanê pêk hat divê bigihêje berxwedana civakî ya li Tirkiyeyê. Ji bo bigihêje Tirkiyeyê jî potansiyela pêwîst heye. Hêzên li derveyî desthilatdariyê, hêzên şoreşger, demokratîk û çepgir hene ku li ber xwe didin. Eger Tirkiyeyeke faşîzma AKP-MHP'ê hebe, li hemberî vê jî Tirkiyeyeke hêzên şoreşger, demokratîk heye ku ev li hemberî hev e. Ya ku divê niha bê kirin ew e ku xwegihandina hev a civakên Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Pêngava 'Dem dema azadiyê ye' ya PKK'ê rastiyeke bi vî rengî radixe pêş çavan. Şoreşa Kurdistanê tê wateya yekîtiya bi hêzên berxwedêr, muxalefeta sosyalîst, şoreşger û civakî ya li Tirkiyeyê. Di armanca xwe de ev yek heye. PKK'ê bi pêngava 'Dem dema azadiyê ye' nîşan daye ku ew ji yekîtî û şoreşeke yekbûyî ya bi vî rengî re amade ye."

'BERXWEDAN BÊNAVBER DEWAM DIKE'

Cemal Şerîk diyar kir ku li gel êrişên leşkerî û siyasî yên dewleta Tirk, bi berxwedaneke bênavber derb li artêşa duyemîn a NATO'yê hatiye xistin ku ev artêş bi piştgiriya NATO'yê tevdigere. Şerîk destnîşan kir ku ev artêş ji aliyê objektîf ve hatiye têkbirin û diyar kir ku civaka Kurdistanê, hêzên şoreşger û demokratîk ên Tirkiyeyê, rêxistiniyên li qada siyaseta demokratîk bi her awayî berdêl dan; bêyî ku serî bi tewînin li ber xwe dan.

Şerîk diyar kir ku têkoşîna bênavber nîşan da ku dewlet nikare encamê bi dest bixe û got, "Ev hemû ew rastî ye ku ji aliyê pêngava 'Dem dema azadiyê' ve sala dawî hatiye nîşandan. Pêngava 'dem dema azadiyê' herî zêde li nava gerîla hatiye temsîlkirin. Qada civakî siyasî jî bi neterikandina qadan û parastina çeperan bi rola xwe ya berxwedanê rabûye. Zindanan bi berxwedana greva birçîbûnê tevlî bûye. Bi heman rengî gelê Kurdistanê yê neçar hate hiştin ku li derveyî welat bijîn pêngav gihandin qada navneteweyî."

Şerîk destnîşan kir, armanca pêngavê ku bi dirûşma 'Li dijî tecrîd, dagirkerî û faşîzmê' hatiye pênasekirin hîn jî nû ye û destnîşan kir ku dema ev bi cih hate anîn hingî wê berpirsyarî û wezîfeya vê serdemê pêk hatibe.

Cemal Şerîk ragihand ku wezîfeyeke lezgîn e ku pêngava 'dem dema azadiyê ye' bigihêje civaka Tirkiyeyê û wiha dewam kir, "Erk û berpirsariya ku me nekarî beriya darbeya faşîst a 12'ê Îlonê bi cih bînin divê were pêkanîn û em karibin civakên Kurdistan û Tirkiyeyê di armanca şoreşa yekbûyî de bigihînin hev. Dema ku ev hate kirin, nûnerê vê demê yê faşîzma 12'ê Îlonê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê wê ji holê bê rakirin."