Şerîk: Şerê taybet bi rengê herî giran tê kirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk bal kişande ser domdariya şerê taybet a dewleta Tirk û got şerê taybet ku Erdogan, Bahçelî, Perînçek û fermandarên wan, qedroyan wê re ve dibin şerê taybet ê herî giran e û bi rengekî aşkere dikin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir şerê taybet, serweriya wê ya li ser aborî, hişmendî, rêveberî û estetîkê, halê hazir bi rengekî herî xurtî û li asta herî jor tê kirin û got û ev amûra herî karîger a xilaskirina sirûştê, jinê, civakê, rengê êrîşa li ser van û qirkirinê ye. Şerîk her wiha diyar kir tişta hewce ew e ku li dijî vê xala ku kolebûn dest pê bike, li dijî mêtingeriya ser sirûşt, jin û civakê têkoşîn e û got, ''Di têkoşînê de divê mirov xwedî hişmendiyeke wiha be ku azadbûna jin, sirûşt û civakê di navenda her tiştî de be, bi wê bîreweriyê were xurtkirin û li dijî modernîteya kapîtalîst têkoşîn were kirin.''

Şerîk li ser pirsa bê ka Suleyman Soylu, Dogu Perînçek, Fahrettîn Altun li ser çi hîmê îro xuya dikin, diyar kir hikûmeta şerê taybet a dîktatoriya faşîst a AKP'ê rayên xwe heta bi Ittîhat Terakkiyê diçin, beriya wê jî xwe digihîne heta bi Evdilhemît û got, ''Şerê taybet ê li Tirkiyê domdar e. Ev xeleka dawî yên vê pêvajoyê ye. Fuat Oktay, Ibrahîm Kalin ên li derdora Erdogan jî wiha ne. Endamên taybet ên şerê taybet in .Erdogan-Bahçelî-Perînçek, qedroyên milliyetgiriya rastgir û dînîgiriyê yên Tirkiyê ne, bi mebesta ku tevgera çepgir bi pergalê ve girêbidin hatine hazirkirin. Îro ya ku dikin şerê taybet ê herî giran e, herî aşkere. ''

Şerîk bi berdewamî li ser xasetê şerê taybet got, ''Şerê taybet rengê qirkirina civakê ye. Wê kêm bimîne ku mirov şerê taybet tenê weke şerê li dijî şoreşger, sosyalîst, muxalîfan bibîne, ne tenê rengê şer ê bi rêbazên gemarî ê li dijî van derdoran e, li dijî civakê ye. Hin alî hene ku civak li ser wan heyî dibe. Rêber Apo ev bi rengê hêlan bi cih anî. Hêlên ku Rêber Apo diyar kirin hêlên wiha ne ku civak li ser wan heyî dibe. Şerê taybet jî bi esasî êrîşê dibe ser van hêlan ku civak li ser wan heyî dibe. Dema ku ev hêl têne cem hev, ji hêla madî ,manewî û ramanî ve wê vedibêjin.''

Şerîk li ser van hêlan jî wiha got: ''Ev hêlên aborî, hişmendî, rêveberî û estetîkî ne. Bi van yekîtiya madî û ramanî bi gewde dibin. Serwerî li ser van tê danîn. Heke li ser aborî, bîrewerî, rêveberî û estetîkî yekdestî were danîn, serwerî tê avakirin. Serwerbûn jî tê maneya ku civak nirxên aidî xwe ji dest bide.''

Şerîk bi domdarî got, ''Şerê taybet jî halê herî xwerû û bi asta bilind a serweriya ku beriya bi pênc hezar sal dest pê kirî, vedibêje. Aboriya civakê çûye. Li ser hişê civakê yekdestî hatiye danîn. Rêveberî hatiye desteserkirin û estetîk hatiye berevajîkirin. Li ser sirûşt, jin û civakê serwerî hatiye danîn.''

Di nav çarçoweya şerê taybet de derheqê ziyana ku dane ser aboriya li Kurdistanê Şerîk wiha got, ''Li Kurdistanê û Anatoliyê cotkarî û sewalkarî hatiye ber mirinê, heke li deverekê cotkarî û sewalkarî were ber mirinê li wir xela, hejarî û birçîbûn çêdibe. Jixwe bingehê bazirganiyê ev çêdikin. Aborî, li ser cotkarî, ajalkarî û zineatê ye. Bazirganî li ber mirinê ye .Mirov dibêjin, 'em birçî ne'. Ji bo ku mirov fêhm bike bê ka çima wiha ye, divê mirov li qonaxa yekdest a fînansê ya modernîteya kapîtalîst binere û têkiliya vê ya bi şerê taybet re.''

Têkilî faşîzma Tirk a berdest Şerîk got, ''Faşîst Erdogan-Bahçelî pêvajoyekê vedibêje ku bi esasî salên 70'yî dest pê kiriye, bi 12'ê Îlonê re cihok ji xwe re vekiriye, halê hazir jî sazûmaniya xwe qeyîm kiriye. Ya ku dikin ev e. Daristanan, zozanan, çem û robaran difiroşin. Bi yên ku difiroşin dibin xwedî sermiyan. Sektora avadaniyê ya bêsînor geş dikin. Bi vê re bi rêyên erzan dibin xwedî sermiyan. Ev ne weke burjuvaziya Emerîka û Ewropayê ne.''

Şerîk wiha domand: ''Civaka Kurdistanê û Anatoliyê birçî ye. Li devera ku Nan lê hatî çêkirin bêyî Nan maye lê yên ku zenginiya Kurdistanê û Anatolojiyê desteser kirin, jiyaneke di nav kêf û şahiyê de dijîn. Li van xakan ku cih û warê Nên e, di vê hevsengê de ku di berjewendiya derdorekê de û li dijî berjewendiya civakê ye, hemû zengînî ketiye destê komeke sermayedar, bêyî Nan mayin vê rastiyê dibêje.''

Şerîk bi berdewamî diyar kir têkoşîna dijî koledariyê pêşî bi têkoşîna dijî koledariya li mêjî dest pê dike, heke koledariya li hiş neyê şikandin koledarî ranabe, wê reng û dirûvê xwe biguhere lê tim xwe hilberîne û got, ''Ji bo 15'ê Tebaxê tespîta me 'guleya pêşîn' e. Ev 'guleya pêşîn' li dijî qereqolên di mêjî de hatiye teqandin. 15'ê Tebaxê de bi ser qereqolan de hate girtin, gule li wan hate reşandin lê cihê ku herî karîger tesîr lê kirî qereqolên li mêjî bûn. Niha jî nexasim di serdema yekdestiya faînansî ya kapîtalîzmê de qereqolên li mêjî bi rengekî pir xurt têne danîn, avakirin. Di roja berdest de maneya şerê psîklolojîk ev e. Heke li dijî vî şerê psîkolojîk têkoşînekê diyar nekî, di şertên yekdesteiya fînansî ya modernîteya kapîtalîst de heke cihek nemabe li cîhanê ku nehatihbe dagirkirin, jin bi her maneyê hatibe metakirin, di şerê psîkolojîk de li van hemû qadan wê bike ku serweriya xwe deyne.''

Şerîk got,''Li dijî dijminê ku di mêjî de çêbûye, li dijî koledarî ,serweriyê mirov bêgav in ku têbikoişn. Heke nikaribî li dijî vê têbikoşî her çendî bibêjî ku li dijî vê têdikoşî jî dawiya dawî wê te bixe ber kontrola xwe. Wê te bîne halekî wiha ku bêyî hay jê hebî xizmetê jê re bikî.''

Şerîk her wiha diyar kir tişta hewce ew e ku li dijî vê xala ku kolebûn dest pê bike, li dijî mêtingeriya ser sirûşt, jin û civakê têkoşîn e û got, ''Di têkoşînê de divê mirov xwedî hişmendiyeke wiha be ku azadbûna jin, sirûşt û civakê di navenda her tiştî de be, bi wê bîreweriyê were xurtkirin û li dijî modernîteya kapîtalîst têkoşîn were kirin.''