Şenyaşar: Parlamenterê desthilatdariyê kujer e

Malbata Şenyaşar ku berxwedana xwe dewam dike got, "Yê ku komkujî kir parlamenterê partiya desthilatdariyê û malbata wî ye."

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê çalakiya ji bo edaletê dike. Çalakî di roja 245'an de ye.

Ferît Şenyaşar anî ziman ku raya giştî, xebatkarên nexweşxaneyê, qeymeqamê Pirsûsê û walî ji komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê re şahidî kirine û bi bîr xist ku 3 sal û nîv e ku di dozê de gavek nehatiye avêtin. Şenyaşar got, "Her ku em dikevin hundirê edliyeyê dozger ji me direvin û ji deriyê pişt ve derdikevin. Di vê pêvajoyê de normal e ku dozger ji ber me direvin, ji ber ku yê komkujî kir parlamenterê partiya desthilatdariyê ye. Ev doz wê neyê girtin. Heta ku edalet bi cih were ez û dayika min em ê têkoşîna xwe dewam bikin."