Şenyaşar: Kesên çavê xwe ji zilmê re digirin wekî zilmkaran in

Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 356’an de didome. Malbatê got “Kesên çavê xwe ji zilmê digirin wekî zilmkaran in.”

Beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo di dozê de edale pêk were ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê pêk tînin. Ji ber ku di dawiya hefteyê de Edliye girtiye, malbat li mala xwe ya li Sirûcê nobetê didomînin.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal got “Li welatekî ku saziyên darizandinê ne serbixwe ne, ne bi tenê kesên girtî ji azadiya xwe dibin. Heke edalet tunebe, li ser hemû civakê zext heye. Kesên çavê xwe ji zilmê digirin wekî zilmkaran in.”