Şenyaşar ji nexweşxaneyê derket: Ez ê çalakiyê bidomînim

Dayika Şenyaşar a di nava berxwedanê de ji ber rewşa wê xirab bû bi darê zaro rakiribû nexweşxaneyê, ji nexweşxaneyê derket. Şenyaşar got: “Ez ê sibe dîsa li pêşiya edliyeyê bim.”

Berxwedana Dayika Şenyaşar a hevjîn û du kurê wê ji aliyê Parlementerê AKP’ê Îbrahîm Yildiz û xizmê wî ve hate qetilkirin, li gel Kurê xwe Ferîd Şenyaşar dewam dike.  Dayika Şenyaşar di roja 106’an a çalakiyê de rewşa wê xirab bû, tevî ku nexwest jî bi darê zorê polîsan ew rakir nexweşxaneyê. Şenyaşar a rakirin Nexweşaxaneya Mehmet Akîf Înan, ji ber rêjeya tansiyon û şekir zêde bûbû, piştî mudaxeleya doxtoran û dayîna derman, ji nexweşxaneyê derket.

Şenyaşar a ku doxtor pêşniyar kir ku divê bêhna xwe bide, diyar kir ku wê li mal ne sekine û sibe dîsa piçe pêşiya edliyeyê. Ferît Şenyaşar ê piştî ji nexweşxaneyê derketin û ber bi mala xwe ya li Pirsûsê ve ketin rê got: “Em ê sibe dîsa li pêşiya edliyeyê bin. Em dev ji têkoşîn û daxwaza xwe ya edaletê bernadin. Bang li her kesê xwedî wijdan û dixwazin destekê bidin, bila berê xwe bidi ber edliyeyê.”