Şenyaşar: Em dixwazin ku ev zilm biqede

Şenyaşar ê ku nobeta edaletê didomîne got,''Em dixwazin ku ev zilm biqede. Kesek nikare çavê xwe li vê zilmê bigire.''

Çalakiya Nobetê ya Yadê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît ji 9'ê Adarê ve didome. Malbat di roja 269'an de li ber edliyaya Rihayê dest bi nobeta xwe ya çalakiyê kir.

Ferît Şenyaşar bal kişande ser zext û zordariya li ser wan a ku ji dema nobetê ve li wan tê kirin bi bîr xist û got, di bin zilmê de ew nobetê diomînin.

Ferît Şenyaşar diyar kir li Tirkiyê pergaleke hiqûqnenas heye û got ,''Em dixwazin ev zilm biqede. Kesek nikare çavê xwe li vê zilmê bigire. Hemû hilbijartiyên ku têne Rİhayê vê zilmê dibînin. Agir cihê ku lê dikeve dişiwitîne. Em dixwazin ku ev zilm zû biqede.''